Li Êlihê hat aşkerakirin ku çawîşê pispar tecawizî jinekê kiriye! 2020-07-16 19:16:29   ÊLIH - Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina 18 salî ku bi awayê bi gûman birîndar bû hat aşkerakirin ku çawîşê pispor ê bi navê M.O. tecwizî wê kiriye û 20 rojî jî bi darê zorê li gel xwe hiştiye.    Jina 18 salî ku li Qubînê ya Êlihê bi awayê bi gûman birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.   Bi darê zorê li cem xwe hiştiye   Di lêkolîna ku me derbarê jina birîdar bûye de kir, hat ragihandin ku berî bi 20 rojan ji aliyê M.O.ve tecawizî wê hatiye kirin û dema xwestiye gilî jî bike bi darê zorê M.O. ew li cem xwe hiştiye û biriye Îzmîrê. Herwiha hat ragihandin ku piştî çûne Îzmîrê jî dîsa vegeriyane Êlihê û bavê jinê jî gelek caran serî li qereqolê daye ku keça xwe bibîne.   Herwiha hat ragihandin ku çawîşê pispor M.O. ji jinê re gotiye, "Tu serî li ku didî bide tu kes nikare tiştekî bi min bike min berê bi caran heman tişt kiriye û kesekî tiştek bi min nekiriye."