Li Şirnexê bertekên li dijî destavêtinê 2020-07-16 17:58:33   ŞIRNEX - Li Şirnexê di pêşengiya KESK'ê de di daxuyaniya ku li dijî çawîşê pispor Aslan A. yê destdirêjî li du zarokan kir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanî ji aliyê Sekretera Jina a Egtîm -Senê Serap Ok ve hat xwendin, hat diyarkirin ku kesên destdirêjiyê dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin û bûyer tên veşartin.    Di pêşengiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şirnexê ve , li navenda bajêr derbarê çawîşê pispor ku du zarok bi destdirêjiyê re rûbirû hiştin de li Kolana Hunerê ya Şirnexê girseya ku kom bû xwest meşeke pirotestoyî bike. Lê polîsan destûr nedan ku meş bê lidarxistin. Piştre girseya ku ji Kolana Hunerê veqetiya ber bi avahiya Egitîm Senê ve meşiya. Girseya ku meşiya dirûşmên "Zarok tên bêdengkirin tu bêdeng nemîne" û "Bêdeng nemîne Şirnex" hatin berzkirin. Girseya hat ber avahiya Egitîm Senê li wê daxuyanî da. Di daxuyaniya hat dayîn de parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Rêxisitnên HDP'ê yên Bajêr û navçeyên bajêr. Aktîvîstên TJA'yê û gelkek weşatî amade bûn.   Di daxuyanî ji aliyê Sekretera Jina a Egtîm -Senê Serap Ok ve hat xwendin de hat diyarkirin ku her roj bi bûyerên destdirêjiyê ku dikevin rojevê  dest bi rojê dikin û di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Hikûmet ji bo van bûyerên destdirêjiyê ku pêk tên tu tedbîr û ewlehî negirtiye. AKP bi polÎtîqayên xwe yên zayendperest û daxûyaniyan  dixwaze ser bûyeran bigire.”   ‘Em gelek bifikar û xemgînin’   Serapê, bal kişand ser daxûyaniya Walîtiya Şirnexê ku derbarê bûyera destdirêjiyê de da û ev tişt got: “Hemû kes jî zane ku bûyerek bi vî rengî hatiye jiyîn û şahidên wê jî hene. Êdî em li dijî van bûyerên destdirêjiyê nizanin ku çawa bikin. Em ji bo zarokên ku li ser vê axê dijîn gelek bi fikar in.”   'Em ji destdirêjiyê re dibêjin na’   Serapê, bal kişand ser gotinên ku dewletê ên derbarê destdirêjiyê de û tedbîrên ku hikumet bahsê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Wê demê çima zarokên di bin 18 salî re hedef tên girtin û hejmara wan a zewacê zêde dibe. Qanûn zarokan ji destdirêjiyê diparêze yan na. Tirkiyeya ku di nava welatên peymana mafên zarokan diparêze îmze kirine de cih digire ye. Çawa dibe ku bûyerên destdirêjî û tecawizê lê tên jiyîn.  Bila bizanibin ku em ê zarokên xwe teslîmî kesên dest qirêj nekin. Armanca me bi tenê ev e. Li dijî destdirêjî û tecwizê em ê her tim li ser nigan bin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”