Kar û barê rojnamegeriyê wekî sûc hat nirxandin 2020-07-16 17:57:02   AMED - Îfadeya berdevka MKGP'ê û edîtora ajansa me Ayşe Guney hat girtin. Kar û barê rojnamegeriyê, çavkaniya nûçeyan, tevlîbûna merasîma bîranînê ya Mûsa Anter û serdana wê ya Leyla Guven wekî delîlên sûc hat nirxandin.    Di 14'ê tîrmehê de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora ajansa me Ayşe Guney hatibû binçavkirin û 3 roj in li şaxa TEM'ê ya Amedê di bin çavan de tê girtin. Îfadeya Ayşeyê ya ku hat girtin bi dawî bû. Di îfadeyê de gotinên şahîdê nepen yên “ZS35SN58UV52PG10”, axaftinên di telefonê de wekî delîl hatin nîşandan. Her wiha faliyetên rojnamegeriyê jî ji Ayşeyê hatin pirsîn.    Di lêpirsînê de pirsa xebatên Jinnewsê, nûçeyên ku derbarê Komeleya Jinan a Rosayê, hevdîtinên ku bi çavkaniya nûçeyan re hatî kirin hat pirsîn. Her wiha di lêpirsinê de pirsa "Hûn endama Komeleya Jinan a Rosayê ne?" hat kirin.    Her wiha di lêpirsînê de serdana Leyla Guven ya ku di greva birçîbûnê de bû ku hat kirin jî hat pirsîn. Her wiha daxuyaniyên ku Ayşeyê li ser rojnamegeran dayî jî wekî "talîmat" hat nirxandin. Li hemberî pirsên ku hatî kirin jî Ayşeyê jî da zanîn ku wekî rojnameger nikarin jina ku di grevê de ye bi mirinê re rûbirû bihêlin û got: "Daxwazên wê hebûn û me jî wekê rojnameger daxwazên Leylayê anîn ziman."    Nûçeyên ku hatîne çêkirin û tevlîbûna wê ya biranînan jî wekî talîmat hat nirxandin. Her wiha di lêpirsînê de qala tevlîbûna wê ya birananîna Musa Anter a di 20'ê îlonê di sala 2019'an de hatî kirin û wekî sûc hat pênasekirin. Ayşe derbarê mijarê de got ku bi daxwaza xwe tevlî biranînê bûye, li wir gelek rojnameger û ferdên malbata Mûsa Anter jî hebûn.