‘Li hemberî destdirêjiyê divê em bêdeng nemînin’ 2020-07-16 14:54:53   ÊLIH - TJA û meclîsa jinan a HDP’ê ji bo nerazîbûna xwe li hemberî destdirêjiya çawîşê pispor li Şirnexê li dijî zarokekê pêk anî nîşan bidin daxuyanî dan çapemeniyê. Songul Korkmaz daxuyanî xwend û got divê li hemberî vê buyerê kesek bêdeng nemîne û li dijî wê serî hildin.   Li Şirnexê çawîşê pispor A.A des avêtibû zarokekê û hewil dabû birevîne.  Tevgera Jinên Azad û meclîsa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku vê destdirêjiyê şermezar bikin xwestin li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin daxuyaniya xwe li hundirê avahiyê dan. Çalekvanên TJA’yê, endamên meclîsa jinan a HDP’ê, Rêxistinên HDP’ê yên bajêr, hunermendên Navenda Çand û Hunerê (BKM),  endamên meclîsa Ciwanan a HDP’ê, rêveberiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Êlihê (TUAY-DER), rêveberên Kongreya Demokratîk a Îslamî  (DİK) û endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn.   ‘Em bêdeng namînin’   Hevşaredara HDP’ê ya Êlihê a ku qayum li şûna wê hatiye tayînkirin Songul Korkmaz daxuyanî xwnd û wiha got: “Buyerên bi vî rengî her ku diçe bêhtir ru didin. Îqtidara ku bi hişmendiya mêr pergalê dide meşandin her cara ku ev bûyer diqewimin dixwaze bincil bike. Divê em li hemberî van pêkanînên qirêj bersîveke xurt bidin.Em ê desturê nedin nixumandin û qirêjiyên wan. Derbarê buyerê de Waliyê Şirnexê daxuyaniyek parvekir. Di daxuyaniyê de hêncetên ku êrîşê wekî ji rêzê bibîne hatibûn nîşandan. Ji xwe tişta ku rê li ber êrîşê vedike daxuyaniyên bi vî rengî ne. Divê Walî yan jî rayedarek bi alî tevnegere. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin û wan vedixwînin berpirsiyariyê.”   Songulê berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku bi hikumeta AKP’ê destdirêjiya li ser zarokan û jinan her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Bi nepêkanînan qanûnên Stenbolê re û efukirina destdirêjiya li zarokan a bi riya zewacê re em hînî feraseta wan dibin. Lê belê em ê rê nedin van pêkanînan û em ê li dijî wan têbikoşin.  Em bang li her kesî dikin û deng bidin dengê me. Bêdengî erêkirin e. Nebin şîrîkên bûyerên bi vî rengî.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.