'Divê qanûn hemû neteweyan biparêzin' 2020-07-16 14:42:51   QAMIŞLO -  Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina xalên bingehîn ên qanûna Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xist.    Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina xalên bingehîn ên qanûna Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xistin. Civîn li parka xwendiyê ya bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna jinên serbixwe, jinên partiyên siyasî û jinên Heyta Wetenî ya ereb hat çêkirin. Armanc ji vê civînê ew e ku jin bi xwe bikaribin zagon, dewlet û destûrê nîqaş bikin û bi hev re parve bikin.    Civîn ji aliyê Berdevka Têkiliyên Meclîsa Jinên Sûriyeyê Mekiya Hiso ve hat birêvebirin.   Mekiya di destpêkê de  dewlet, zagon pênase kir û wiha got:"Zagon ew e ku civak li gorî wê xwe birêxistin dike. Zagon jî mafê her ferdekê/î civakê û erkê wê/î diyar dike. Ji bo dewleta Sûriyê jî hin prensîbên jorî destûrê tê xwestin, yek şekilê dewletê û rêjîma ku wê hukim dike,  a din jî mafê hemî hemwelatiyên ku di vê dewletê de dijîn were parastin.  Ya girîng jî ew e ku dewleta Sûrî nasnameya hemû neteweyan biparêze. Pêwîtiya Sûriyê bi guhertina qanûnê heye û ev yek wê bikaribe rê li ber pir aloziyan bigire. Divê qanûn hemû neteweyan biparêzin. "    Civîn bi nîqaşên li ser qanûnê, parastina hemû neteweyan û pêkanîna demokrasiyê bi dawî bû.