Jina DAÎŞ'ê ew revand vedigere Şengalê 2020-07-16 13:58:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Sahra Qasim û zaroka xwe Hêwan Mahîr Mehmûd ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin îro li şengalê tê gel malbata xwe.   Çeteyên DAÎŞ'ê di 2014'an de êrîşî Şengalê kiribûn û bi hezaran zarok û jinên kurd ên êzidî dîl girtibûn. Piştî ku DAÎŞ'ê hat têkbirin gelek jin û zarokên ku ji aliyê wê de hatin revandin, ji bo li şengalê bigêjin malbat xwe li Kampa Holê hatibûn bicihkirin.     Di encama lêkolîna Rêveberiya Kampa Holê û Mala Êzidiyan de Sahîra Qasim û zaroka xwe Hêwan Mahîr Mehmûd, li gundê Til Binat ê Şengalê bi malbata xwe re wê bên gel hev.    Sahra û zaroka xwe piştî karê wan ê fermî, ji bo biçin Meclisa Xweser a Şengalê şandin Mala Êzidiyan a Cizîrê.