Li Şehbayê Yekîtiya Rewşenbîran daxuyanî da 2020-07-16 13:48:58   ŞEHBA - Bi boneya  salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19'ê Tîrmehê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrîn û Şehbayê daxuyanî dan.   Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma EfrînÊ bi armanca silavkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyanî dan. Daxuyanî li dibistana navçeya Ehdesê ya Kantona Şehabyê bi beşdarbûna bi dehan ji rewşenbîran  hat dayin. Di daxuyaniyê de pankertên bi nivîsa "Berxwedana zindanan li ser bingeha azadî û guhertinê ye","Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi sekna gelê wê berdewam e" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê Elî Gedro ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   "Hevpeymanên ku ser Rojhilata Navîn hatin çêkirin, rewşa herêmê aloz hiştin. Di nava vê aloziyê de zirarên pir mezin gihaştin gel û ji warên xwe koç bûn. Hevpeymanên berjewendiyê bi xwe re kuştin, koçkirin û xerakirin anî.      Bi hatina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re 19’ê Tîrmehê ya ku bingeha  têkoşîna xwe ji berxwedana zîindana Amadê girtibû guhertinên bingehîn di civakê de dan çêkirin. Ev guhertin jî bû esasê avakirina rêxistineke xurt û xwedî hebûn.    Bi baweriya bi şoreşê re jiyaneke rast û bi ewle hat avakirin. Dewleta tirk ji bo ev şoreş têk biçe êrîş kir. Hevgirtina gelê herêmê hişt ku projeya demokratîk ser piyan bimîne. Çareserkirina doza gelê bindest bi şoreşê re xwe da der û dikarîbû heya astên bilind destkeftiyên ber bi çav mayinde bikin.    Em weke Rewşenbîrên Herêma Efrîn û Şehbayê  berxwedana 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19'ê Tîrmehê silav dikin û li tevahî gelê azadîxwaz pîroz dikin. Bi hêviya serkeftinên mezin a ji bo şoreşa me.”