Bi dehan jin 3 roj in di binçavan de ne 2020-07-16 11:29:42     AMED -  Li Amedê 22 jinên ku hatin binçavkirin 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Hayriye Turkekul a 70 salî duh serbest hat berdan û Aklîme Hanas jî duh hat binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hevseroka MED-DUHAT-DER'Ê Elîf Harran jî di navde 23 jin hatibûn binçavkirin. Ji 23 jinên hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hayriye Turkekul duh serbest berdan. Piştre duh Aklime Hanas a 57 salî hat binçav kirin. 22 jin 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.     Navê 23 jinên hatine binçavkirin wiha ne:   Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya SES’ê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr û Aklîme Hanas.