'Rojnamegerî ne sûc e' 2020-07-16 11:10:52   AMED - Rojnamegerên jin bertek nîşanî binçavkirina berdevka MKGP û edîtora ajansa me ya Ayşe Guney dan û diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û gotin: "Binçavkirina Ayşeyê encama polîtîkayên ku li ser rojnamegerên jin tê meşandin e. Ji ber vê yekê binçavkirina Ayşeyê ne tesadûfî ye. Rojnamegerî bi gelemperî di hedefê de ye."   Di 14'ê mehê de li Amed û Dîlokê di serdegirtina malan de bi dehan jin hatin binçavkirin. Di nav jinan de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê  (MKGP) û êdîtora ajansa me Ayşe Guney jî heye. Rojnamegerên jin bertek nîşanî binçav kirinan da û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.     ‘Em êrîş û zextan natirsin'   Rojnameger Fatîme Tekîn destnîşan kir ku dixwazin çavtirsandinê pêk bînin û wiha got: "Li tirkiyeyê biryarên bêhiqûqî çêdibe û ew jî her ku diçe zêdetir dibe. Li her qadên Tirkiyeyê binpêkirineke mafan heye. Di demên dawiyê de gelek binçavkirin pêk tên û bi taybetî jî jin tên binçavkirin. Ne tenê îro, berê jî heman tişt hebû. Di sala 2015’ê vir ve bi pergalî êrîşek li hemberî jinê pêk tê. Her wiha di binçavkirina de jî rojnameger jî para xwe digirin. Rojnamegerên ku rastiyê derdixin holê dibin hedef. Hikûmet kesên ku ne nêzî wî be dike hedef. Ew sazî jî dibe çapamenî jî dibe. Hevala me ya Ayşe jî ji ber ku rastiyan dixist ber çavan û rastiyê radigihand hat binçavkirin. Dixwazin bi binçavkirinan tirsê avabikin. Lê belê em ji wan tiştan natirsin. Berewajî vî em bêtir xurt dibin. Hevala me ya Ayşe bi hêz û kelacanê di nav qadê de rastiyê radixist ber çavan. Tu êrîş û zext me natirsîne. Rojnamegerên jin jî bi wî awayî tevdigerin.”   ‘Çapameniya azad her ku diçe xurtir dibe'    Fatîme, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û misyona rçapemeniya azad û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî ku tê zanîn gelek hevalên me yên rojnameger di girtîgehan de ne. Jinnews tevahî Tirkiyeyê karekî wisa dike ku li vir tenê rojnamegerên jin dixebitin. Nûçeyên bi nerîna jinê çêdikin. Ji ber vê yekê dewlet li hemberê vê refleksekî wisa nîşan da. Dewlet li hemberê vê bê rastiyê tenê binçavkirin û girtin li pêş dixe. Di rastiyê de armanc dikin ku xebatên çapemeniya azad îllegalîze bikin. Dixwazin çapemaniya azad biçûk bikin û têk bibin. Lê belê çapameniya azad her roja ku derbas dibe xurt dibe."    ‘Rojnamegerî nayê darizandin’   Rojnameger Berîtan Canozer diyar kir ku rojnamegerên jin li qadê her tim bi zext û zordariyan re rûbirû tên û got: "Binçavkirina Ayşeyê encama polîtîkayên ku li ser rojnamevanên jin tê meşandin e. Ji ber vê yekê binçavkirina Ayşeyê ne tesadûfî ye. Ji ber ku Ayşe li ajansa Jinnewsê ku dengê jinan û têkoşîna jinan nîşan dide de dixebite. Jixwe rojnameger bi gelemperî di hedefê de ne, lê rojnamegerên jin du qat zêdetir di bin hedefe de ne. Têkoşînan jinan çiqas di hedefe de be jî rojnamegerên jin jî ewqas di bin hedefe de ye. Lewra hertim ajansa jinê bi êrîşan re rûbirû dimîne. Jinha û rojnameya Şûjin hatibû girtin, îro jî Jinnews bi zextan re rûbirû ye. Sîteya me ya webê tê astengkirin. Her wiha hevalên me tên binçavkirin. Hevala me ya Ayşe rojnameger e, lê ji rojnamegeriyê nayê darizandin. Divê hevala me bê berdan."   'Rojnameger dê rastiyan binîvsînin'    Rojnameger Dîcle Muftuoglu jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji sala 2015’an şûnde gelek rojname û qanalên televîzyonê hatin girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) 94 rojnameger girtî ne. Desthîlatdar ji bo ku rastî dernekevin holê rojnamegeran hedef digire. Bi taybetî jî li Kurdistanê di demên dawiyê de operasyonên binçavkirinê pêk tînin. Di nava operasyonan de hertim rojnamegerek jî tê binçavkirin. Bi wî awayî tê xwestin ku wan saziyan îllegalîze bikin. Lê ev rewş nayê pêjirandin. Ji ber ku me mîrateya rojnamegerên jin yên ku heqîqetê dinivîsandin girt. Em şopdarên Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat û Nûjiyanan in. Ji ber vê yekê wan binçavkirin û girtin rojnamegeran natirsîne. Rojnamegerên jin tên hedef girtin ji ber ku rojnamegerên jin di heman demê de têkoşîna jinan derdixîn holê. Desthîlatdar nawaze têkoşîna jinan xuya bike û jin ji têkoşînê hev bibandor bibin. Lê Rojnamegerên jin dîsa jî dê rastiyan binîvisînin.”   ‘Jinan tu carî serî netewandin’   Rojnameger Zehra Dogan jî bal kişand ser zext û zordariya li hemberî rojnamegeran û wiha axivî: "Di destpêka avakirina Jinhayê re heta îro rojnamevanên jin her tim bûn hedefa dewletê lê dîsa jî jinan tu carî serî netewandin û li hemberî wan zext û zordariyan bêdeng neman. Bi wan binçavkirinan tê xwestin ku têkoşîna jinan têk bibin, lê divê ew desthîlatdar bizanibe ku jin tevî hemû zext û zordariyan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û dê bernede jî. Hevala me ya Ayşe her tim hem ber kamerayê bi programên jinan hem jî paş kamerayê ji bo têkoşîna jinan xebatên bingehîn pêk aniye. Ayşe li dijî medyaya zayendperestî bi pênûsa jinê têkoşîn daye. Ayşe û hevalên me yên din çiqas bên binçavkirin û girtin jî bêhtir bi hêz dibin û bi wî awayî rêya xwe de dimeşin. Rojnamegerî ne sûc e.”