‘Çapemeniya Kurd tawîz neda, wê ji vir şûnde jî nede’ 2020-07-16 09:10:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpîşeyên Rojnameger Ayşe Guney a li Amedê hat binçavkirin, bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan û gotin: “Girtin û binçavkirina rojnamegeran şerê desthilatdariyê ya bi heqîqetê re ye. Çapemeniya Kurd heta niha tawîz neda û ji vir şûnde jî wê nede. Ji vir şûnde jî wê ev êrîş vala bên derxistin.”   Di 14’ê Tîrmehê de li Amedê di serdegirtina malan de di nav kesên hatin binçavkirin de Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora ajansa me Ayşe Guney jî hebû. Hevpîşeyên wê bertek nîşan dan û zextên li ser çapemeniyê nirxandin.   ‘Sedem reşkirina rastiyan e’   Nûçegîhana Arti Gerçek a Enqereyê Derya Okatan sedema binçavkirinê wiha vegot: “Em sedema binçavkirina rojanemgeran baş dizanin. Tenê sedemeke girtina rojnamegeran hebû: Hewldana reşkirina rastiyan. Ez girtina her rojnamegerekê wek şerê desthilatdariyê yê bi heqîqetê re dibînim. Di vê pêvajoya ku destkeftiyên jinan hedef tên girtin, şîdet û xizanî zêde bûye de, hedefgirtin mirovan matmayî nahêle.”   ‘Çapemeniya Kurd tawîz neda’   Deryayê daxuyakirin ku Ayşe jî ji ber heman sedeman hatiye binçavkirin û wiha dawî lê anî: “Ayşe hem jin, hem rojnameger û hem jî nûnera rêxistina rojnamegerên jin e. Ji ber vê hedef hat girtin. Ev êrîş di heman demê de li hember JINNEWS'ê ye li hember rojnamegeriya jinê ye. Bi binçavkirina Ayşeyê hewl dan çav bitirsînin. Lê çapemeniya Kurd tu car tawîz neda û wê ji vir şûnde jî êrîşan vala derxîne Em ligel Ayşe û JINNEWS'ê ne.   ‘Rojnameger di hedefê de bûn’   Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu destnîşan kir ku di her operasyona siyasî de rojnamegerek an jî çend heb di nav de ne û got: “Gotinên wek ‘ev ne rojnameger in jî’ belav dikin. Li herêmê li dijî îradeya jinê operasyonek hatiye destpêkirin. Em hevpîşeyên Ayşeyê yên ku şahidiya rojnamegeriya wê ne. Ayşe jî yek ji endamên vê kevneşopiya bi rûmet, serî netewand. Di binçavkirinên berê de jî girtin û binçavkirinên wê çêbûn. Lê wê  pênûsa wê nikaribûn ji destê wê bigirin. Ayşe rojanemger e.”   ‘Em dest ji gotina xwe bernadin’   Nûçegîhana rojnamegera Evrenselê ya Îzmîrê Dîlek Omaklilar jî bertekên xwe anî ziman û bi lêv kir ku binçavkirina Ayşeyê re gelek maf hatine xespkirin û wiha dawî lê anî: “Hewl didin ku çapemeniya dibe dengê her kesî bêdeng bikin. Êrîş li hember hemû jinan pêk hatiye. Em ligel hemû jinên hatine binçavkirin û di bin tehdîdê ne. Em tu car dest ji gotina xwe bernadin.”