Jin li dijî birîna ceyranê di nobetê de ne 2020-07-16 09:09:27   MÊRDÎN - Li taxên girêdayî navçeyên Qoser, Dêrik û Artuluyê birîna ceyranê didome. Gundiyên gundê Semho yê Artukluyê bertek nîşan dan û jinan li ber trafoyê dest bi çalakiyê kirin.   Ji aliyê DEDAŞ a Dîcleyê ve bi hinceta deynê wan heye ceyrana 100 gundên girêdayê Dêrik, Artuklu û Qoserê ya Mêrdînê hatin birîn. 25 roj in gundê Semho yê Artukluyê bê ceyran e. Jinan bertek nîşanî rewşê dan û li ber trafoyê dest bi nobetê kirin.   Edîbe Îlhan: Em bêzar bûne. Sewalên me ziwa bûn. Hemû alavên me şewitîn. Em ji german nikarin bisekinin. Em li vir nobetê digirin. Êdî bes e. Em perîşan bûne bila dengê me bibîhizin.   ‘Ev meheke ceyran tune ye’   Esma Sariyer: Ev nêzî mehekê ye ceyran tune ye. Em bê av in, hewa germ e. Sebze û fêkiyên me hişk bûn. Em li ber trafoyan nobetê digirin. Bila rayedar xwedî li gelê xwe derkeve. Gelo wê ev rewş heta ku derê berdewam bike.   ‘Heta ceyran neyê em di nobetê de ne’   Xezal Aydan: Em êdî bêzar bûne. Em nikarin li malên xwe rûnin. Tenê em li ber derê xwe rûdinin. Baxçeyên me hemû hişk bûn. Ava depoyan diqede. Heta ceyran neyê em ê di nobetê de bin. Em ê heta dawî li vir bin.   Tefra Sariyer: Ev du roj in em li vir in. Yekane daxwaza me ew ku ceyran bê. Li gorî xwe ceyranê dibirin. Em her havîn vê yekê dijîn. Zarokên me yên biçûk hene. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.