'Wê li gor rewşê biryar û tedbîrên têkildarî Vîrusa Koronayê bên girtin' 2020-07-16 09:04:55   Xezne Celal   KOBANÊ - Cigîra Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Emîna Bekir, di derbarê pêngava duyemîn a ji bo Vîrusa Koronayê de wiha got: "Em derbasî pêvajoya duyem a tedbîrên parastinê ya ji bo şewba Koronayê dibin. Ji bo parastina welatiyan wek Rêveberiya Xweser me gelek tedbîr girtin û em hêvîdar in ku pêvajoya duyem jî wek a yekem bi awayekî serkeftî derbas bibe."   Vîrûsa Koronayê di dawiya sala 2019'an de yekem car li Çînê derket û bi awayekî  lez li cîhanê belav dibe. Li hember vê nexweşiyê bijîşkên cîhanê di nava liv û tevgerê de ne. Derman an jî çareseriyek ji Vîrusa Koronayê re hîn nehatiye dîtin. Heta niha li seranserê cîhanê nêzî 13.1 milyon kes bi  vîrûsê ketine, nêzî 572 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li Sûriyeyê jî nêzî 400 kesî bi vê nexweşiyê ketine û nêzî 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember vê nexwaşiyê gelek tedbîrên girîng girtin, bi rêya wan tedbîran heta roja me ya îro ev vîrûs derbasî herêmê nebûye û herî dawiyê jî di 5'ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku gîştî deriyên sînor di 13'ê Tîrmehê de tê girtin. Ji bo mirovên ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin wê 14 roja têkevin bin karantînayê. Ew ê cenaze derbasî herêmê nebin û dê kombûn di mizgeft, konên sersaxiyê, dêr û dawetan de neyên kirin. Ev biryar şagirtên peymangeh, amadekariyê û zanîngehan nagire nav xwe, heta ku dema ezmûnan bi dawî dibe, lê pêwîst e tedbîrên tenduristiyê bên girtin. Di derbarê vê mijarê de û di pêvajoya duyem a parastina ji Vîrusa Koronayê, Cigîra Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a li Herêma Firatê Emîna Bekir ji ajansa me re axivî.    'Pêvajoya yekem a Vîrusa Koronayê bi awayekî serkeftî derbas bû'   Emînayê da zanî ku di dawiya 2019'an de cara yekem Vîrusa Koronayê li Çînê derket, bi awayekî lez li cîhanê belav bû û wiha domand: "Li hemberî Vîrûsa Koronayê li seranserî cîhanê biryar û tedbîrên girîng hatin girtin. Li cîhanê heta roja me ya îro jî ev rewş berdewam e. Lê li Sûriyeyê di mehên dawiyê de ev nexweşî zêde belav bû. Li ser vî esasî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina herêmê û welatiyan a ji Vîrûsa Koronayê tedbîrên tenduristiyê girtin. Dema ku nexweşî derbasî herêmê bibe wê demê em ê nikaribin pêşî lê bigirin, ji ber ku alavên me yên tenduristiyê kêm in. Ji destpêka meha adarê heta roja me ya îro tedbîrên ku li hember Vîrûsa Koronayê hatin girtin çi di aliyê qedexeya derketina derve de be, amadekirina karantînayê de bi encam bûn û Vîrûsa Koronayê derbasê herêmê nebûye."   'Wê li gor rewşê biryar û tedbîrên têkildarî Vîrusa Koronayê bên girtin'   Emînayê ragihand ku derbasî pêvajoyan duyem a parastina ji Vîrusa Koronayê bûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li hember nexwaşiya Vîrûsa Koronayê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tedbîrên girîng hatin girtin. Wek çûn û hatin di navbera herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên Sûriyeyê yên di bin serweriya Rêjîma BAAS'ê de tên qedexekirin. Ji bo rewşên mirovî jî kesên ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin wê 14 rojan têkevin karantînayê, heta ku rewşa wan were zelalkirin û ger ku bi vîrusê neketibin wê derbasî nava civakê bibe. Her wiha wê cenaze jî derbasî herêmê nebin. Ev yek jî ji bo parastina gel a ji Vîrusa Koronayê ye. Wê li gor rewşê biryar û tedbîrên têkildarî Vîrusa Koronayê bên girtin. Bi giştî li Herêma Firatê 3 navendên karantînayê û navendek ji bo rewşên awarte hatine amadekirin."   'Erka me ya sereke parastina welatiyan e'   Emînayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hêvîdar in ku gelê me bi me re bibe alîkar û em bi hev re vê rewşê derbas bikin. Li hember nexweşiyê xwe û derdora xwe biparêzin. Ji ber ku êdî li giştî bajarên Sûriyeyê şewba Koronayê belav dibe. Li ser vî esasî wek Rêveberiya Xweser erka me ya sereke parastina welatiyan ji Vîrûsa Koronayê ye. Em ji gelê xwe hêvîdar in ku bi me re bibin alîkar û dema rastî li kesekî di be ku bi Vîrusa Koronayê ketiye, bên, yekser berê xwe bide navendên tenduristiyê. Ji bo em karibin civaka xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Divê em her di nava hewildanê de bin."