'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû hêviya hemû jinan û serkeftina azadiya wan' 2020-07-16 09:01:17   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên kurd, ereb û tirkmen derbarê şoreşa 19'ê Tîrmehê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bi lêv kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa azadiya jinê ye û wiha gotin: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo tevahî jinan hilma azadiyê bû. Bi hêviyên mezin jin li benda mayindebûyina azadiya xwe bûn û di şoreşê de xeyalên jinan pêk hatin."     Di  nav rûpelên dîrokê de her tim jin rastî tundî, koletî, bêdengî, dûrxistina ji mafên xwe û êrîşan hatiye. Berî Şoreşa Rojava jin ji mafê xwe yê jiyanê bê par mabû û di civakê de bê qîmet hatibû hiştin. Di 19'ê Tîrmeha 2011'an de û bi pêşketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, gavên destpêkê yên ber bi azadiya jinê ve hatin avêtin. Jinê pêşengtiya şoreşê kir û ji hemû kevneşopiyên civakî yên li ser wê dihat ferzkirin bû bersiv. Têkildarî mijarê  jinên Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe têkildarî şoreşa 19'ê Tîrmehê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû hêviya hemû jinan û serkeftina azadiya wan."    'Jin bû sembola serkeftinê û mohra xwe li dîrokê xist'   Endama Meclîsa Herêma Efrînê ya Kampa Serdemê, Arîn Elî pêkanîna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku li ser esasê pêşengtiya jinê dest pê kir, vîna hemû jinan pejirand. Gavên mezin ber bi azadiyê ve hatin avêtin û di nav de jî ziman, çand û axa xwe parast. Jin bû sembola serkeftinê û mohra xwe li dîrokê xist. Jin li ser fikrên xwe kûr bûn û li hember hemû cureyên zilmê demokrasi pêş xist."   'Şoreşa 19'ê Tîrmehê Şoreşa rizgariya jinê ye'    Ji Rêveberiya Komîteya Dadmendiya Civakî ya Mala Jinê, Emel Hisên a ku bi eslê xwe ereb e, diyar kir ku bi şoreşê re bihara dilê jinan û vejîna dengê wan dest pê kir û wiha domand: "Bi hatina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, xebatên jinan çalak bûn û rêxistina wan bêtir xurt bû. Em weke jinên ereb ji bo me destkeftiyeke bingihîn bû ku êdî em zîhniyeta civaka xwe bidin guhertin û xwe ji koletiyê xelas bikin. Êdî jin bi rengê xwe tevlî civakê bû û bi têkoşîna xwe xwedî rol û misyon bû. Kevneşopiyên civaka ereb pir zehmet bû û jin difetisandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji ber ku esasê wê rast bû em jî bi xwe re ji van kevneşopiyên civakê xelas kir. Em minetdarên pêşengên têkoşer ên ku di oxira vê şoreşê de jiyana xwe ji dest dane ne. Soza me jî ew e ku em nirxên vê şoreşê biparêzin."    'Şoreş bû hêviya hemû jinan'   Jina bi navê Fatme Hisên ku ji pêkhateya tirkmen e, her wiha ji Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Şehbayê ye qala girîngiya şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û wiha pê de çû: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne tenê ji bo jina kurd ji bo tevahî jinan hilma azadiyê bû. Bi hêviyên mezin jin li benda mayindebûyina azadiya xwe bûn û di şoreşê de xeyalên jinan pêk hatin. Bi hatina şoreşê re çavên jinê vebûn. Dema ku em vê dibêjin dibe ku ji bo destkeftiyên jinan kêm be jî. Bila hemû jin bi soza serkeftinê xwedî li şoreşa xwe derbikevin."   'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû hêviya hemû jinan û serkeftina azadiya wan'   Fatmeyê di dawiya gotina xwe de ev tişt got: "Em ê jin heta dawiyê ji bo azadiya xwe tev bigerin û ji bo azadiya hemû jinan têbikoşin. Erka me  jina ye ku em destkeftiyên vê şoreşê biparêzin û ji jinên cîhanê re bibin mînak. Herikîna ked û jiyana jinan ew ê her zindî be."