ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-16 09:00:00   *Jinên kurd, ereb û tirkmen derbarê şoreşa 19'ê Tîrmehê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bi lêv kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa azadiya jinê ye û wiha gotin: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo tevahî jinan hilma azadiyê bû. Bi hêviyên mezin jin li benda mayindebûyina azadiya xwe bûn û di şoreşê de xeyalên jinan pêk hatin."  DÎMEN HEYE   *Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek saziyên jinan hatin vekirin û pêşxistin. Bi saya ked û berxwedana jinê roj bi roj xebatên jinê bi awayekî çalak tê meşandin. Têkildarî avakirina saziyên jinan ên bi Şoreşa Rojava re jinan gotin:"Jin li saziyên xwe xwedî derdikevin û berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê diparêzin." DÎMEN HEYE   *Cigîra Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Emîna Bekir, di derbarê pêngava duyemîn a ji bo Vîrusa Koronayê de wiha got: "Em derbasî pêvajoya duyem a tedbîrên parastinê ya ji bo şewba Koronayê dibin. Ji bo parastina welatiyan wek Rêveberiya Xweser me gelek tedbîr girtin û em hêvîdar in ku pêvajoya duyem jî wek a yekem bi awayekî serkeftî derbas bibe." DÎMEN HEYE   *Li Mêrdînê ajokarê serwîsê Hasan A. li hember zarokekê êrîşa zayendî pêk anî. Dozgerê ku bûyer wek ‘destavêtina’ fîîlî nirxand ji sûcê ‘bi destavêtinê, li hember zarok îstîsmara zayendî pêk anî’ îdianame amade kir.   *Halîde Hasanoglu ya li Bazarcix a Dîgor a Qersê dijî, beramberê keda xwe ya 14 salan li malê daye nabîne û li ser vê dest bi jiyana xebatê dike û dest bi qezenckirina pereyê xwe dike. Halîde ya ku 10 sale traktorê bi kar tîne wiha dibêje: “Min pêşdarazên zayendperest hilweşandin. Êdî dest jê berdanim.” DÎMEN HEYE   *Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya xwe ya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ di 18’ê Tîrmehê de li Agiriyê meşê pêk tîne. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku armanca meşê ev e ku li dijî şîdeta mêr a li bajar hestiyariyekê ava bikin û banga tevlîbûnê li jinên Agirî û Serhadê kir. DÎMEN HEYE   *Di nav de berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û rojanemger Ayşe Guney jî heye 22 kes li Amedê hatin binçavkirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û peyama, 'Em nebin jinên makul, em ê bibin jinên azad, em ê ji bo vê têkoşînê bdin.' dan. DÎMEN HEYE   *Seroka Baskê Jinan a CHP’a Mêrdînê Aygul Kiliç diyar kir ku nîqaşkirina Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin û got rakirina peymanê wê bibe sedema kuştinên jinan.   *Hevpîşeyên Rojnameger Ayşe Guney a li Amedê hat binçavkirin, bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan û gotin: “Girtin û binçavkirina rojnamegeran şerê desthilatdariyê ya bi heqîqetê re ye. Çapemeniya Kurd heta niha tawîz neda û ji vir şûnde jî wê nede. Ji vir şûnde jî wê ev êrîş vala bên derxistin.”   *Li taxên girêdayî navçeyên Qoser, Dêrik û Artuluyê birîna ceyranê didome. Gundiyên gundê Semho yê Artukluyê bertek nîşan dan û jinan li ber trafoyê dest bi çalakiyê kirin.  DÎMEN HEYE   * Hayriye Turkekul a ku 70 salî duh serbest hat berdan. Hayriye, diyar kir ku 45 sal in di nava zilm û zordariyê de dijî û got: "Lê çi dibêjin bila bêjin, çi dikin bila bikin ez dev ji doza xwe bernadim û ne poşman im jî. Rêya zarokên min rêyeke rast e. Ew dewleta ku dayikek 70 salî re ewqas dijûn û heqaretan bike divê kurd ji vî dewletê tiştek hêvî neke."  BI DÎMEN    *Li navenda Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Alparslan A. yê ku êrîşa zayendî li zaroka 13 salî kir ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Zaroka 13 salî û malbata wê tiştên jiyana rave kirin. Malbatê xwest bersûc bê darizandin.    *Rojnamegerên jin bertek nîşanî binçavkirina berdevka MKGP û edîtora ajansa me ya Ayşe Guney dan û diyar kirin ku wan şopdarên Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat û Nûjiyanan in ji ber vê yekê bi girtin û binçavkirinan nikarin hêza rojnamegeran bişkenin. BI DÎMEN