'Bi Hêza ciwanan em ê dagirkeriyê têk bibin' 2020-07-15 16:16:20   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên ciwan ên ku tevlî panêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku li Kantona Şehbayê hat lidarxisitn bûn gotin: "Ji bo ku em civakeke azad û wekhev ava bikin, em ê têkoşîna gelê şoreşger bidin rûnişkandin. Herwiha Ji bo ku em li hember hemû rengên êrîşan bisekinin em ê têkoşîna xwe bilind bikin."   Tevgera Ciwanên Şoreşe ya Herêma Efrînê bi dirûşma "Têkoşîna gelê şoreşgar misogeriya jiyana azad e" li navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Ehdes Kantona Şehbayê, panêl li ser mijarên çareserkirina pirisgirêkên ciwanan rol û misyona wan di civakê de li dar xist.  Panêl di roja xwe ya duyem de li ser mijarên têkoşîna gelê şoreşgar domand û panel îro bi dawî bû.  Jinên ciwan ên ku tevlî panêla Tevgera Ciwanên Şoreşger bûne derbarê panelê de nêrînên xwe bi me re parve kirin.    'Armanca panêlê xurtkirina rêxistina ciwanan e'   Jina ciwan a bi navê Mediye Ebdo bal kişand  ser armanca lidarxistina panêlê û wiha got: "Ev du rojin ku Panêla Ciwanên şoreşger a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê didome, armanca bingehîn a lidarxsitina panêlê ew e ku tevhî pirsgirêkên ciwanan bên çareserkirin. Zêdetir divê em rêxistina xwe xurt bikin. Di roja yekem a panê de li ser mijarên pirsgirêk û rola ciwanan di pêşengtiya şoreşê de hate nîqaşkirin.  Herwiha di roja duyem de jî li ser mijarên weke şerê taybet û têkoşîna gelê şoreşger dijîberî vî şerî hate nîqaşkirin. Ciwanan herî zêde bahsa şerê taybet kirin û xestin ku vî şerî ji xwe dûr bikin û jiyaneke bi rêxistin bijîn."   'Encamên girîng ji panêlê hat girtin'   Jina ciwan a bi navê Ofê Mihemed jîderbarê panêlê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Panêla ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger br hat lidarxisitn tê de li ser sê xalên bingehîn niqaş hatin kirin. Ji van xalan yek jê şerê taybet, ya duyem têkoşîna gelê şoreşger û ya dawîn jî rola ciwanan di nava civakê de ye. Di van nîqaşan de em  têgihêştin ku rastiya ciwanan û rola wan di nava civakê de çi ye û pêwîst e ku ciwan di nava civakê de çi bikin. Herwiha ji bo civakeke azazd em ê têkoşîna gelê şoreşger bidin rûniştandin."