Bi dehan jin 2 roj in di binçavan de ne 2020-07-15 13:51:52   AMED - Li Amedê 23 jinên ku duh hatin binçavkirin 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Ji ber ku derbarê dosyayê de biryara nepeniyê heye parêzer nikarin agahiyan bigirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 kesan de biryara girtinê hat derxistin. Ji van 33 kesan 23 jin duh hatibûn binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya û edîtora ajansa me Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hayriye Turkekul a 70 salî jî di nav de 23 jin hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên van 23 kesan û 2 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Ji ber vê biryara nepeniyê ya li ser dosyeyan jî agahiyên derbarê lêpirsînê de nedan parêzeran.     Navê 23 jinên hatine binçavkirin wiha ne: Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û edîtora ajansa me Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hayriye Turkekul a 70 salî, hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr.