‘Têkoşîna jinê li her derê ye' 2020-07-15 09:29:09   AMED - Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirinan didomin. Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren, endama meclîsa şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berîtan Yaşar, da zanîn ku li dijî êrîşan berxwedana jinan jî heye û têkoşîna jinê li her derê ye.     Duh serê sibêhê li Amed û Dîlokê polîsan bi ser malan de girtin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora ajansa me Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Ayşe Gokkan, hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Yenîşehîrê  Demet Ozkaran, hevseroka HDP'ê ya Peyasê Besîle Narîn, hevseroka Federasyona Komeleya Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Rozerîn Çatak, endama meclîsa şaredariya Yenîşehirê Gulşen Dehîş û Ronda Bat, endamên meclîsa şaredariya Rêzanê Panayir Çelîk û Halîme Bayram, aktîvîstên TJA'yê Selma Metîn, Fîgen Ektî, Dîlan Yakut, Zeynep Suncak Kaya, Têkoşîn Tekin, Zekiye Guler, Dîlan Yakut, Rûken Şehîr, Haster Alp û Hayriye Turkekul a ku 70 salî hatin binçavkirin.    Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren, endama meclîsa şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berîtan Yaşar bertek nîşanî binçavkirina jinan da û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.     ‘Li dijî êrîşan berxwedanek jî heye'    Zeyneb, zanîn ku êrîşên peyderpey li ser nirx û li ser tevgrera jinê pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin hemû qanûnên xwe ji meclîsê derbas bikin. Bi wî awayî dixwazin bindestiya jinê kûrtir bikin. Îro êrîş, zext û zordarî li ser jinan tê meşandin. Dayikên me yên 70 û 80 salî tên binçavkirin û girtin. Her wiha ciwanên me jî bi wî awayî rastî êrîşên hovane tên. Li çar parçeyên Kurdistanê de pergala AKP-MHP’ê ji bo qirkirina kurdan heye. Lê çiqas me bikujin û êrîşên li ser nirxên me bikin jî dê sernekevin. Vîrûsa koronayê firsendek dît û bi her awayî êrîşê Gelê Kurd kir. Lê belê di heman demê de jî li dijî êrîşan berxwedanek jî heye."   ‘Hêz û baweriya jinan mezin e’   Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha got: "Tirkiye di nava aloziyan de dijî û dixwaze wan aloziyan veşêrin. Wê tiştî jî bi êrîşan dike û bi taybetî jî êrîşê li kurdan dike. Ji bo parastina diktatortiya xwe êrîşan pêk tînin. Lê em rê nadin ku carek din jinê bi pergala bindestiyê ve girêbidin û bi çar dîwaran ve bi sînor bikin. Tevgera jinan modela jiyanêke nû ya ku desthîlatdariyê dixe nava astengiyê birêve dibe. Ji ber vê jî êrîşê jinan dikin û jinan dikujin. Jixwe armanca wan girtinan ew e ku dixwazin hêviyên me bişkînin. Dixwazin jinê bê parastin bihêlin. Lê jina kurd bi hezar sal in têkoşînê xwe parastiye. Ji ber ku çandekê kevnar û mirateyek me mezin heye loma hêz û baweriya me jî mezin e."   ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’   Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berîtan Yaşar jî anî ziman ku ji ber ku jin her tim li qadan cihê xwe digirin, li dijî neheqî û newêkheviyê dengê xwe bilind dikin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Berîtan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Teslîmiyeta jinan ya li ser rêxistinan tê hedef girtin. Me dest bi kampanyaya bi navê ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ kiribû. Lê em ê li dijî wan êrîşan dîsa dibêjin têkoşîna jinê li her derê ye û ev têkoşîn bi cih û wextê re sînordar nîne. Her wiha dayikek 70 salî jî duh hat binçavkirin. Ew aşkerekirina polîtîkayên dijminatiyê ye."   ‘Li dijî êrîşan bibin yek'    Endama meclîsa şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya jî anî ziman ku tê xwestin Peymana Stenbol bê betal kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em pergaleke bi dijminatiya jinan ve rûbirû ne. Hemû rêxistinên ku pêşengiya jinan dikin dixwazin wan bidin rawestandin. Ji ber ku HDP’ê di heman demê de partiya jinan e, êrîşên herî mezin li ser wan pêk tê. Divê hemû jin bibin yek û wan êrîşên hovane re bibin bersiv.”