Li ser xeta Şoreşa Rojava avakirina çanda jiyaneke azad 2020-07-15 09:08:28   NAVENDA NÛÇEYAN - 19’ê Tîrmeha 2012’an wekî destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Ev dîrok ji bo Gelê Kurd hilweşandina sîwana zilmê û bindestiyê ye. Bi destpêkirina pevçûnên navxweyî yên li Sûriyeyê Meclîsa Gel a Kobanê peywira rêveberiyê girt ser xwe û roj ji hilatina hêviyên gewre re bû çavkanî.    Bi çirûskvedana 19'ê Tîrmeha 2012'an Şoreşa Rojava, hêviyên li ber berbanga sibehê têkoşîn ji xwe re kir stargeh. Bi pêşengî û serîhildana jinê pergaleke nû hat avakirin. Tevî hemû êrîşên li dijî destkeftiyên jinê û Şoreşa Rojava di dîrokê de mînaka têkoşîna gelê kurd deng veda.  Ji bo avakirina jiyaneke nû gelek bedelên mezin hatin dayin. Ji 11 hezarî zêdetir têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû êrîş, astengî û lîstikên qirêj ên hêzên mêtinger ji bo afirandina çanda jiyaneke azad jina kurd li her qadê rola xwe bi awayekî çalak lîst. Jina kurd di bin siya serîhildaneke dîrokî de, bi vîneke azad destkeftiyên xwe û yên jinên ereb, suryanî, tirkmen û hemû jinên cîhanê parast. Jinên enternasyonalîst jî ji hêza jina kurd sûd wergirtin û li gel jinên kurd li eniyeke hevbeş li dijî şerê mîlîtarîzm, kapîtalîzm û zihniyeta baviksalarî sekinînin. Li dijî zihniyeta hovane têkoşîna hebûnê hat dayin.  Jinên enternasyonalîst ên wekî Hoffman (Avaşin Têkoşin Guneş) û yên din, bi remza xwe ya têkoşînê bal kişandin ser dewlemendiya xweza, dîrok û palpişta şaristaniyê ya axa mezopotamyayê.    Bi pergala hevserokatiyê jin bûn xwedî gotin   Berî Şoreşa Rojava ji aliyê rejîma BAAS'ê ve jin bi her hawê xwe di nava çar dîwaran de asê hatibûn hiştin. Aliyê wan ê nûnertiyê hatibû çewisandin û di qada ravekirinê de dengê jinê hatibû birîn. Ne di nava saziyan de ne jî di nava civakê de jin xwedî rol bûn. Hinek jinên ku qaşo xwedî rol bûn jî li gor berjewendî û pergala rejîmê tev digeriyan. Lê piştî Şoreşa Rojava şûnde pergela hevserokatiyê hat pêşxistin û bi pergala hevserokatiyê jin hem di nava civakê de hem jî li saziyan bûn xwedî gotin. Bi avakirina saziyên jinan hewildanên pêşîgirtina tundiyê jî hatin xurtkirin. Tevî ku heta niha êrîşên li dijî destkeftiyên jinê û Rojava dewam dikin jî hewildan û xebatên jinên li qadên siyasî, leşkerî, civakî, sazî, hunerê û hwd. dewam dikin. Bi çalakbûyina rola jinê mînak û modeleke ku ji hemû Rojhilata Navîn bibe feyz hat avakirin. Hêzên emperyalîst ên ku ji vê pergalê aciz in bi rêya desthilatdarên li ser her çar parçeyên Kurdistanê hewil didin ku hêz û îradeya gelê kurd bişkînin û bi van êrîşan gelê kurd mecbûrî xwe bikin ku tenê ji bo berjewendiyên wan xebat bên kirin.    Bi xebatên Jîneolojiyê xeta jiyaneke wekhev hat parastin   Di çarçoveya pêngava Şoreşa Rojava de jinan di qada Jîneolojiyê de jî xebatên hêja kirin. Bi pêşketina hewildana jinê re têgeha Jîneolojiyê ya ku wateya hêza jiyanê radixwe pêş çavan ji bo derxistina cewhera jinê bû gaveke girîng. Jîneolojî ji bo felsefe û ravekirina jiyaneke nû wekî rêbazekê hat hilbijartin. Di şopa vê paradîgmayê de li gelek bajarên Rojava dewreyên perwerdeyê yên Akademiya Jîneolojiyê hatin destpêkirin û gelek kes hatin mezûnkirin. Li Zanîngeha Rojava beşa Jîneolojiyê hat vekirin û hem asoya kesên perwerde dan hem jî asoya kesên perwerde dîtin bi vê rêyê berfirehtir bû. Li zanîngeh û akademiyan mijarên wekî; Rêbaz û heqîqeta ku bi rastiya jinan pêş ketiye, Yekemîn şoreşa jinan a dema neolîtîk, Derketina Bîrdoziya Zayendperestiyê, Kevneşopiya berxwedana jinê, Civaknasiya azadiyê, Ceribandinên şoreşê yên jinên cîhanê, Netewa Demokratîk û hevjiyana azad, Aborî, Polîtîka, Tendirustî, Ekolojî, Perwerde, Dîrok û hwd. hatin dîtin. Her wiha li ser mijara Şoreşa Gund û Çandiyê hat sekinandin. Nêzî 12 hezar sal berê bi Şoreşa Gund û Çandiyê nêrîna mirovan, şêweya jiyanê, pergal û têkiliya di navbera mirovan de guherî. Tê gotin faaliyetên çandiniyê yên yekem li Heyvika bi Bereket a li ser axa Rojhilata Navîn hatine kirin. Bi rêbazên Jîneolojiyê huner, dewlenmendî, afirîneriya jinê ya li Rojhilata Navîn derketin pêş.    Gundê JINWAR'ê yê ekolojîk û xwezayî hat avakirin   Di heman demê de xaleke girîng a bi pêşketina Şoreşa Rojava pêk hat, avakirina gundê JINWAR'ê ye. Ev gund nêzî Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ye û ji aliyê Weqfa Jinan Azad û Jîneolojiyê hat avakirin. Gundê JINWAR'ê yê ku bi pêşengitiya Jîneolojî û Weqfa Jina Azad hat damezirandin, niha bi rêveberiya Kongreya Star tê meşandin.  Bi avakirina JINWAR'ê ya xwedî bingeheke ekolojîk, azadî, parastin û biryardayina jinê bi awayekî zelal hat ber çavan. Ev têgehên ku pêdiviyên jiyanê ne jiyana jinê guhertin û jin bi rêxistin kirin. Bi vî rengî ji bo pirsgirêkên heyî bi aqlê jinê bên çareserkirin û nêrîna jinê pêş bikeve derfetek hat avakirin. Vê jiyanê bala kesên ji derveyî welêt jî kişand û gelek kes çûn serdana Gundê JINWAR'ê.   Jinên Kurd di qada çapemeniyê de bûn eynika ragihandina rastiyê   Li dijî çapemeniya yekperest a ku her berjewendiyên desthildatdaran diparêze û ji civakê rastiyê vedişêre, xebatên di qada çapemeniyê de jî xwedî mîsyonek giranbiha ye. Jinên kurd bi Şoreşa Rojava re kevneşopiya çapemeniya azad jî pêş xistin û di qada çapemeniyê de bûn eynika ragihandina rastiyê. Li dijî zimanekî zayendperest û zihniyeteke baviksalarî jinên kurd bi pênûs û kameraya xwe di dîrokê de bûn xwediyê serkeftineke mezin. Li Rojava Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) di 28’ê Hezîranê de hat damezirandin û hewil didin hemû jinên rojnemevan yên li vê herêmê di nava YRJ’ê de cih bigirin û bibin dengê rasitiyê ya civakê.    Êrîşên li ser deskeftiyên şoreşa Rojava bê navber didomin   Gelên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê şeş salan kêfxweşiya şoreşê bi coşa serkeftinê jiyan. Hemû qadên jiyanê bi awayekî demokrat û wekheviya zayendan hat meşandin. Li beranberî vê serkeftina gelan desthilatdar û mêtingeran ev yek tehemul nekirin û di 20’ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hev re êrîşî herêma Efrînê kirin. Li dijî êrîşan gelê Efrînê, şervanên YPJ’ê/YPG’ê 58 rojan bê  navber li ber xwe dan. Gelên herêma Cizîr, Firat, bajarê Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin berê xwe dan herêma Efrînê. Di dema çûyîna konvoyên gel de gelek caran dewleta tirkan bi çekên giran li konvoya seyareyan didan û di wan kêliyan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştî 58 rojan gelê Efrînê neçar ma ku berê xwe bidin Kantona Şehbayê û li wê derê jiyana xwe bi awayekî penaberî di kampên Serdem, Berxwedan û Vegerê de bidomînin. Piştî ku gel ji Efrînê derket dewleta tirk malbatên komên girêdayî xwe yên ji Lîbiya, Humis, Xota û ji deverên cuda anîn li şûnwarên Efirîniyan bi cih kirin, niştecihên ji wir yên ku li ser axa xwe man jî her roj rastî revandin, tecawiz, kuştin û talanê tên. Komkujî ne tenê li ser mirovên tê meşandin di heman demê de demografiya herêmê bi tevahî tê talankirin û cihên dîrokî tev hatin rûxandin.   Efrîniyan kampên koçberiyê kirin kelha berxwedanê   Gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûn bi hêviya vegera warê xwe li beranberî her cure zehmetiyên jiyanê û êrîşên dewleta tirk yên li ser wargehên wan li ber xwe didin û pergala  neteweya demokratîk didin jiyîn. Her çendî gel ji neçarî koçî kampên Serdem, Berxwedan û Vegerê bibin jî lê careka din ji êrîşên dewleta tirk xilas nebûne. Di her demekê de dewleta tirk bi çekên giran êrîşî van kampan dike. Yek ji van êrîşan jî ew bû ku di 2’yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk li bajarokê Til Rifetê da û di encama êrîşan de 8 jê zarok 10 kesan  jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Êrîşa li ser Efrîn û Şehbayê her roj bê navber didomin.   Gelê herêmê neçarî koçberiya li ser axa xwe tê kirin   Pilanên dagirkeriyê û têkbirana Şoreşa Rojava bê navber têne meşandin. Piştî dewleta tirk bi hevkariya komên girêdayî xwe û hêzên desthiladaran herêma Efrînê dagir kirin vê carê jî berê xwe dane herêmên Cizîr û Firatê. Pilana dewleta tirk ew e ku tevahî axa Bakur-Rojhilatê Suriyeyê bike bin kontrola xwe, gelê herêmê li ser axa wan neçarî koçberiyê bike û li şûna wan malbatên komên girêdayî xwe bide bicihkirin û demografiya van herêman bide guhertin. Dewleta tirk di 9’ê Cotmeha 2019'an de êrîşî bajarê Serêkanî û Girê Sipî kir. Di encama êrîşên dewleta tirk de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û di van êrîşan de madeyên kîmyeyî, fosfora sipî li ser gelê van herêman hatin bikaranîn û gelê Serêkaniyê koçberî bajarê Hesekê, qampa Waşûkanî û deverên cuda bûn. Gelê Girê Sipî jî koçberî bajarê Kobanê, Reqa û qampa Tilseminê bûn. Gelên ku di bajarên dagirkirî de jî mane çarenûsa wan weke gelên Efrîna dagirkirî ye. Her roj rastî revadin, kuştin, tecawaz û her cure niheqiyan tên. Jinên li herêmên dagirkirî her roj dojehê jiyan dijîn. Gelê Girê Sipî her roj li dijî çeteyan di serhildanan de ne û bang li QSD’ê dikin ku wan ji dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê rizgar bikin.    Gel rihê 19’ê Tîrmehê ji nû de zindî dike   Gelê herêmê li dijî her cure êrîş û dagirkeriya heyî li ber xwe didin û soza vegera li ser xaka xwe her roj nû dikin. Di van demên dawiyê de dewleta tirk li kêleka şerê çekdarî yên li ser herêmê, şerê derûnî, sîxwirî, aborî û qutkirina avê jî dide meşandin. Lê gelê herêmê bi biryardariyeke xurt û bi rihê 19’ê Tîrmehê li ber xwe dide û pergala jiyana neteweya demokratîk dide meşandin. Civaka ku dengê herdu zayendan tê de wekhev be, serkeftina wê civakê jî mîsoger dibe. Gelê van herêman di zanebûna vê hişmendiyê de ne û ji bo azadiya xwe, welatê xwe bê navber li dijî her cure êrîşan li ber xwe didin.