ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-15 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl têkildarî êrîşên dewleta tirk, bêdengiya Rûsya û civînên ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatinde kirin de wiha got:"Civîna sê koşeyî ya Îran, Tirkiye û Rûsyayê li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya komployeke nû ye." DÎMEN HEYE   *Dayika girtî, Seraî Efe da zanîn ku li girtîgeha Panosê hewcedariya ava vexwarinê jî nayê dayîn û got: “Em di bin zilma zaliman de ne. Gotin efû lê diz, tecawizkar berdan.” DÎMEN HEYE   * Di çarçoveya projeyên ku şaredariya Qersê xistiye meriyetê de, jin di qadên îstîhdamê yên hatine avakirin de cih digirin û hem debara xwe dikin hem jî qadên civakî ji bo xwe diafirînin. Qursên di pandemiyê de hatibûn sekinandin jî ji nû ve hatin vekirin û eleqeyek mezin dibînin. DÎMEN HEYE   *Di rojên borî de bi biryara Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Rihayê, cihê arkeolojîk yê Bezekê ya di asta yekem de qada sît hat îlankirin, hat hînbûn ku ev der berê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve ji îmarê re hatiye vekirin.   *Zehra Bekir a ku bi muzîkê re mijûl dibe anî ziman ku ew feyzê ji xwezayê digire û wiha got:"Muzîk û stran dengvedana hest û giyanê mirovan e, taybet ji jinê re mîna hêzekê ye. Muzîk xwe bi hestên nazik dide der û derbasî giyanê her kesî dibe." DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanî binçavkirinan da û diyar kirin ku li hemberî polîtîkayên dijminatiyê berxwedan û têkoşîna jinan heye. BI DÎMEN    *19’ê Tîrmeha 2012’an wekî destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Ev dîrok ji bo Gelê Kurd hilweşandina sîwana zilmê û bindestiyê ye. Bi destpêkirina pevçûnên navxweyî yên li Sûriyeyê Meclîsa Gel a Kobanê peywira rêveberiyê girt ser xwe û roj ji hilatina hêviyên gewre re bû çavkanî.    *Hat diyarkirin ku 1'emîn runiştina doza Komeleya Jinan a Rosayê bi lez û bez beriya mesaiyê bi 5 deqeyan bêyî ku agahiyê bidin parêzeran li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin.    *Siyasetmedarên jin ên Êlihê binçavkirinên ku li duh pêk hatî bi tundî şermezar kirin û gotin: "Em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Dixwazin me û vîna me ji holê rakin. Em bêdeng namînin, têkoşîna xwe mezin bikin  û bibin zimanê azadiyê." BI DÎMEN