TAJÊ li Şengalê civîn li dar xist 2020-07-14 16:50:32   ŞENGAL-TAJ'ê ji bo organîzekirina xebatên dê di derheqê 3'yê Tebaxa 204'an de civîn li dar xist.    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê 3'yê Tebaxa 204'an ango fermana 73'yan de saet di 1700'an de civîn li dar xist. Di civînê de kesên ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.    'Hewce ye tu kes roja fermanê ji bîr neke, wê rojê şermezar bikin'    Endama Meclîsa TAJÊ Xoxê Dexîl wiha got:"Di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de jin bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Di fermana da şer de herî zêde jin û ciwan tên hedefgirtin. Di dema fermanê de jin hatin firotin. Êrîşên dagirkeran ên li ser jinê hîn jî didomin. Ji bo careke din ferman dubare nebe rêxistinbûyina jinê girîng e. Heta niha herî zêde jin êşa fermanê dijî. Jin hewce ye xwe bi rêxistin bike. Bi taybet êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd didomin. Em ê xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û êrîşan vala derxin. Jibîrkirina fermanê qebûlkirina êrîşa dijmin e. Hewce ye tu kes roja fermanê ji bîr neke, wê rojê şermezar bikin. "   'Hewce ye em bibin yek'   Pakîze Celal jî wiha got:"Mirovên ku roja fermanê ji bîr bikin ev tê wê wateyê ku ola xwe jî ew ê ji bîr bikin. Hêviya me ew e ku Êzidî tifaqa xwe ava bike. Hewce ye em bibin yek."   Piştî axaftinê sînevîzyon hat temaşekirin. Herî dawî dirûşma 'Şehîd namirin' hat berzkirin.