‘Têkoşîna jinê dê bi piştevaniyê mezin bibe' 2020-07-14 14:37:13   MÊRDÎN - Parlamenter Ebrû Gunay di daxuyaniya ku li Mêrdinê pêk hatî de axivî û got: " Em bi têkoşîn û bi piştevaniyê hatin heta roja îro. AKP bi polîtîkayên dijminatiyê dixwaze li kolan û malê serdestiya xwe pêk bîne. Lê belê têkoşîn û piştevaniya jinê jî roj bi rojê mezin bibe."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdinê, derbarê qutkirina ceyranê, girtin û binçavkirinên ku pêk hatî de daxuyaniyek da. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê hat dayîn. Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP'ê yê bajêr Salîh Kuday ve hat xwendin.    Di destpêka daxuyaniyê de qala qutkirina ceyranê hat kirin û wiha hat gotin: "Li herêmê DEDAŞ bûye pirsgirêkeke herî mezin, lê belê tê parastin. Pirsgirêk ne tenê birîna fatureyan e. Divê li vir karek bê kirin pirsgirêkên ku derdikevin holê bên çareserkirin. ji gelek cotkaran re faturayêh xeyalî tên şandin. Ji ber ku fature nayên dayîn av tê birîn. Nêzî du meh in av hatiye birîn. Ev tişt dibe sedema gelek xetereyan."   Di daxuyaniyê parlamenter Ebrû Gunay axivî û bal kişand ser binçavkirina serê sibêhê pêk hatî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Amed û Dîlokê polîsan bi ser gelek malan de girt û bi dehan kes hatin binçavkirin. Hêrî zedê jî jin hatin binçavkirin. Polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike tu carî bi ser neket. Têkoşîna jinan bi salane li hemberî zext û binçavkirina dom kir. Em bi têkoşîn û bi piştevaniyê hatin heta roja îro. AKP bi polîtîkayên dijminatiyê dixwaze li kolanê û li malê serdestiya xwe pêk bîne. Têkoşîn û piştevaniya jinê roj bi rojê mezin bibe."