Bi boneya 14’ê Tîrmehê civîn hat lidarxistin 2020-07-14 14:36:54   QAMIŞLO - Bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedana zindanan,  PYD'ê civînek li bajarê Dêrikê li dar xist.   Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de hejmarek ji lehengên azadiyê yên di zindana Amedê de li dijî êrişan  çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Ev çalakî bû pêngaveke nû. Têkildarî vê yekê Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedana zindanan civînek li dar xist. Civîn li navenda çand û hunerê ya Dîcle bi beşdarbûna endam û rêveberiyên saziyên civaka sivîl hat çêkirin.  Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, civîn ji aliyê Endama PYD'ê Zeyneb Serêkaniyê ve hat birêvebirin.   Zeynebê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi rihê têkoşerên 14'ê Tîrmehê em hemû dildarên azadiyê bi bîr tînin.  Heya niha berxwedana van lehengên ku zilim li ser xwe qebûl nekirin bû mînak. Mînaka wê jî têkoşîna ku li hember dewleta tirk di Rojavayê Kurdistanê de tê meşandin e.  Qehremaniya wan di dil û mêjiyê me de xwe zindî dike. "   Zeyneb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê her têkoşîna wan li dijî kiryarên dewleta tirk dewam bike û wiha pê de çû: ”Dewleta tirk bi kiryarên xwe yê qirêj îro dixwaze li Rojavayê Kurdistanê jî kaniya jiyanê bide fetisandin û destkeftiyên şoreşê yên ku bi rihê berxwedana zîndana hetine bidestxistin binpê bike.  Têkoşîna me li hember vê yekê wê berdewam be. Em berxwedana zindanan silav dikin.”   Civîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.