Li Helebê jineke ducanî hat qetilkirin 2020-07-14 13:55:25   HELEB-Jina bi navê Rîhab Cinêd a ji Helebê û pitikê di zikê wê de ji aliyê mêrê pê re zewicî hatin qetilkirin.    Jina bi navê Rîhab Cinêd a ducanî, 36 salî, xwediyê du zarokan û ji Helebê ye û pitikê di zikê wê de ji aliyê mêrê bi navê Ehmed Kose yê pê re zewicî hatin qetilkirin. Rîhaba ku li kuçeya Şêx Meqsûdê rûdinişt hemşîre bû û ew ê pitikê di zikê wê de 25 rojên dinê ji dayik bibûya.    Di xew de hat qetilkirin   Ehmed Kose yê serbazê Rejîma BAAS'ê bû Rîhabê di xew de bi kêrê qetil kir. Dema Rîhabê diqêre cîranê wê dibihîsin û bi ser de diçin dibînin ku bi awayekî giran birîndar bûye. Ehmed piştî bi kêrê êrîşî Rihabê dike direve lê ji aliyê hêzên asayişê ve tê girtin. Niha jî lêpirsîn derbarê bûyerê de berdewam e.