DFG: Ew ê binçavkirin rojnamegeran têk nebe 2020-07-14 13:35:36   AMED - DFG'ê bertek nîşanî binçavkirina Rojnameger Ayşe Guney da û wiha got:"Em wekî kedkarên çapemeniya azad dibêjin ku ew ê binçavkirin û girtin rojnamegeran têk nebe. Em daxwaz dikin ku Ayşe Guney bê berdan."   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina Rojnameger û berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Ayşe bê berdan.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zextên li ser rojnamegeran didomin û wiha hat gotin:"Serê sibehê saet di 04.30'an de bi ser mala Ayşe Guney de hat girtin û niha li Mudurtiyeta Emniyeta Amedê tê girtin. Ji 3'yê Tîrmehê heta niha 97 rojnameger di girtîne. Em wekî kekdarên çapemeniya azad dibêjin ku ew ê binçavkirin û girtin rojnamegeran têk nebe. Em daxwaz dikin ku Ayşe Guney bê berdan."