TJA: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin 2020-07-14 11:38:28   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku dê li hemberî hişmendiyê îtaet nakin û bi biryarin ku têkoşîna xwe xurt bikin û mezin bikin.    Îro serê sibêhê polîsan li Amed û Dîlokê bi ser gelek malan de girtin. Li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes hatin binçavkirin. Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKGP) û rojnameger Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Ayşe Gokkan, hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Yenîşehîrê  Demet Ozkaran, hevseroka Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Rozerîn Çatak, endama meclîsa şaredariya Yenîşehirê Gulşen Dehîş û Ronda Bat, endamên meclîsa şaredariya Rêzanê Panayir Çelîk û Halîme Bayram, aktîvîstên TJA'yê Selma Metîn, Fîgen Ektî, Dîlan Yakut, Zeynep Suncak Kaya, Têkoşîn Tekin, Zekiye Guler, Emîne Kaya, Dîlan Yakut, Emîne Kaya û Rûken Şehîr serê sibehê hatin binçavkirin   Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî binçavkirinan da. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Di rastiya Tirkiyeyê de polîtîkayên dagirkirinê di serdema AKP-MHP'ê de û di serdema berê de jî heman polîtîka bû. Ev polîtîkayên dagirkeriyê mafê jinê dehqet zêdetir bin pê kirine. Di nava 18 salên serdema AKP'ê de jî bi polîtîkayên curbicur mafê jinê hat binpêkirin. Ev polîtîkayên qirêj ên AKP'ê bû sedema binçavkirin, girtin, kuştin, taciz û tecawizê.   Îro serê sibêhê polîsan bi ser mala berdevka me Ayşe Gokkan de girtin. Her wiha bi dehan aktivîstên me binçavkirin. Em vê helwesta hişmendiya dagirker şermezar dikin. Em dizanin AKP-MHP'ê dixwaze di kesayeta jinê de hêza civakî ya polîtîk biçewisîne û bişkîne."   Bila her kes û di serî de jî AKP-MHP vê yekê baş bizane ku em weke jinên TJA'yî tu carî serî li ber wan natewînin û li ber hişmendiya wan îteat nakin. Em weke jinên TJA'yî biryara xwe ya xurtkirin û mezinkirina têkoşînê diyar dikin û dibêjin divê demekî ji beriya demekî zûtirîn di serî de berdevka me Ayşe Gokkan hemû aktivîstên me bên berdan."