Îşkencaya 'karantinayê' li girtiya nexweş Pavizik Demir hat kirin 2020-07-14 09:51:15   WAN - Pavizik Demir a 68 salî û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtîye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi girtiyên edlî re li 'odeya îzolasyonê' tê girtin. Pazivik ji bo vê rewşê protesto bike xwarinê naxwe û malbata wê ji bo Pazivik dîsa vegera koguşa xwe bang kir.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê giran bi tevahî hezar û 333 nexweşên girtî hene. Li gor agahiyên dawî yên Wezareta Dadê ji Sibata 2017'an vir ve li gor rapora Saziya Tipa Edlî hukumxwar û girtiyên ku her nexweş in hejmara wan 841 e. Girtiyên nexweş li derveyî zagona înfazê ya nû tên hiştin. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû dimînin. Dema ji nexweşxaneyê tên li odeyeke din di bin karantînayê de tên hiştin. Pazivik Demir a 68 salî û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtîye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi girtiyên edlî re li 'odeya îzolasyonê' tê girtin. Pazivik ji bo vê rewşê protesto bike xwarinê naxwe û malbata wê ji bo Pazivik dîsa vegera koguşa xwe bang kir.    Li gel girtiyên edlî dihêlin   Hevala lawê Pavizikê, Pakize Demir a bi telefonê bi Pavizik re axivî tiştên ku Pavizikê gotiye wiha ragihand:"Li vir 7 girtiyên edlî hene. Ez ji xeynî Kurdî tu zimanî nizanim. Loma ez zehmetiyan dikişînim. Ji ber ku em û ew di heman fikrê de ne jî ez zehmetiyan dikşînim. Ez dixwazim derbasî koguşa xwe bibim."   Ji bo protesto bike xwarinê naxwe   Pakize anî ziman ku ji ber emrê Pavizikê û şerdên dijwar ên girtîgehê Pavizikê zehmetiyên mezin dikşîne û wiha got:"Pavizikê ji roja ku ew şandine koguşa edliyan nan bi devê xwe nekiriye. Dema ez çûm hevdîtinê rengê wê spîçokî bûbû. Em dixwazin ew demildest derbasî koguşa xwe bibe. Li wir qe nebe dikare xwe îfade bike. Pêdiviyên wê ji aliyê hevalên wê tê bicihanînin."   'Bila derbasî koguşa xwe bibe'   Pakize wiha got:"Ji bo diya min em çûn gel parêzer. Parêzerê wê li îdareya girtîgehê geriya. Wan jî gotin ji bo îzolasyonê ew kirine koguşeke din û ew jî nikarin tiştekî bikin. Em dixwazin diya min derbasî koguşa xwe bibe."