Li dijî pêşnûmeya efûyê ya destdirêjiya zarokan bertek 2020-07-14 09:08:59   ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê bertek nîşanê pêşnûmeya efûyê ya ku bi riya zewacê rê li ber efûkirina gumanbarên destdirêjiyê li zarokan vedike, dan û diyar kirin ku bi pêşnûmeyê tê xwestin ku îradeya jinan bê şikandin û got: “Ev bazirganiya zarokan e û tiştekî bi xof e.”   Bertekên li dijî pêşnûmeya efûyê ya bi riya zewacê rê li ber efûkirina gumanbarên destdirêjiya li zarokan vedike didome. Jin wê li dijî pêşnûmeyê di navbera 11-12’ê tîrmehê de li gelek bajaran bi awayekî hevdem çalakiyan pêk bînin. Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî, Sekretera dema berê ya Şaxa SES'ê ya Îzmîrê Semra Ustabaş û ji Pîrebokên Kampusê Dîlan Îpek pêşnûme û têkoşîna jinan a li dijî vê nirxandin.   ‘Rêjeya çûyîna dibistanê ya zarokên keçik ket’   Zelîhayê got ev pêşnûme pêşî li zewaca zû vedike, rolên zayenda civakî li jinan tên ferzkirin û hepsê malê tên kirin û got: “Tê armanckirin ku civakeke nikare xwe îfade bike, bê afirandin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, rêjeya çûyîna dibistanê di navbera 2012-2013’an de ji sedî 97,8 bû û ev rêje di navbera 2018-2019’an de daketiye 93,7’an. Pergala 4+4+4 çûyîna dibistanê ya zarokên keç xist.”   ‘Destdirêjî bi qanûnan tê sîstematîkirin’   Zelîhayê daxuyakirin ku di pêşnûmeyê de tê nîqaşkirin ku temenê zewacê daxînin 13’yî û ev rewş ne li gorî qanûnê ye û wiha got: “Zewicandina zaroka bi gumanbar re sûc e. Di wî temenî de daxwaza zarok tune ye. Zarok divê di alî ruhî de, bedenî de baş be, lê ji nû ve bi destdirêjiyê re tînin rû hev. Ev ne ahlaqî ye, ne wijdanî ye. Em wek jinên Egîtîm Senê ji bo xeyalên zarokên keç neyên dizîn em ê di her platformê de gotina xwe bêjin.”   ‘Divê her kes li dijî êrîşan be’   Semra Ustabaş jî, daxuyar kir ku divê her kes li dijî destdirêjiyê bisekine û got pêşketina fîzîkî û îradeyê ya zarok di alî tibî û çandî de 18 ye û got: “Efûya destdirêjiyê tune ye. Zarokên tiştên wisa ji hev nikarin bidin alî. Ew nizanin ku ew destdan tiştekî xerabe. Hikûmetê bi qanûna înfazê gelek gumanbarên destdirêjî kirine berda. Destdirêjî bûye polîtîka AKP’ê. Zarok bi awayekî xwe îfade dikin, divê em gûh bidin zarokan. Dema zarok ji kesekî hez neke, ji deng û tevgera xwe dide xuyakirin. Mirov vê fêm dikin. Xeyidandin, qêrîna zarokan her tiştî nîşan dide. Pêşnûme nîşan dide ku dewlet temenê 13 yê zarok nabîne. Ev jî tê wateya ku ne daxwaza zarok, daxwaza malbatê ye. Li gorî min ev bazirganiya zarokan e.”   ‘Hewldana têkbirina jinên ciwan e’   Ji Pirebokên Kampusê Dîlan Îpek jî wiha got: “Ciwanek heta 18 salî nikare dengan bi kar bîne. Ji ber vê jî ji zarokên 13-14 salî daxwaz payîn, tiştekî hov e û hişê mirovan nagire. Pêşnûme bala her kesî dikşîne. Her çiqas zanîngeh girtîbin jî jin li kampusan bertek nîşan nedin jî hêrsa xwe datînin holê.Em ê hewl bidin ku îradeya jinan daxînin qadan.”