Şevîn Alaca: Em ê li bajar bibin rengê jinê 2020-07-14 09:06:17   QERS - Şaredariya HDP’î ya Qersê ku her tim dibe hedefa desthilatdariyê, tevî hemû zext û derfetên qels xebatên girîng yên jinan dimeşîne. Hevşaredar Şevîn Alaca projeyên xwe vegot û anî ziman ku wê her tim li bajar rengê jinê bidomînin.   Şaredariya HDP’î ya Qersê ku hevşardarên wê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgenin her tim dibe hedefa desthilatdariyê. Hevşaredarên şaredarî bi 350-400 mîlyon lîra dewr girtin, tevî hemû astengiyan projeyên xwe dixin jiyanê. Di nav van projeyan de Navenda Piştevaniya Jinê, Mor Cafe, Bazara Kedê ya Jinê, Mala Tenûrê, Xeta Mor û Mexazeya Piştevaniya Civakî ye. Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku wê bibin rengê jinê û der barê xebatên xwe de agahî da.   ‘Bi Mor Cafe îstîhdam pêk hat’   Şevînê destnîşan kir ku li ser pirsa ‘ewil dikarin çi bikin’ derketine rê û got jinan pir zêde daxwaza îstîhdamê kiriye û wiha got: “Ji ber vê me Mor Cafe vekir. Xebatkarên jin lê dixebitin. Berhemên xwe tînin difroşin. Her roj nanê tenûrê tê çêkirin, sîparîşên rojane hema diqedin. Eleqeyek mezin heye. Bazara Keda Jinê jî di 8’ê Adarê de hat veirin. Lê di pandemiyê de em neçar man bigirin. Em ê bazara xwe hîn bêtir berfireh bikin û bixin meriyetê.”   ‘Me Xeta Mor xist dewrê’   Şevînê balkişand ser girîngiya Navenda Piştevaniya Jinê û daxuyakirin ku di pêvajoya pandemî de wek her derê li Qersê jî bûyerên şîdetê hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Me vekirina navenda xwe zû pêk anî. Lİ navendê pisporên xizmeta civakî peywirê dikin. Rojane bi jinan re hevdîtin tên kirin, der barê vê de rapor tên pêşkêşkirin. Jinên tên navendê di alî aborî de, di alî pirsgirêkên li malê dijîn de piştgiriyê dixwazin.Jinên rastî şîdetê tên, ji me alîkariyê dixwazin em berê wan didin baroyê. Jinên tên navendê matmayî dimînin. Sedema vê jî eve ku berê xebatek wisa tunebû. Her wiha me ji bo veguhestineke hêsan jî Xeta Mor xist dewrê.”   ‘Piştevanî bi Mexazeya Piştevaniyê mezin bû’   Şevînê destnîşan kir ku ji ber daxwazeke mezin a alîkariyê Mexazeya Piştevaniya Mor vekirine û ketine lêgerînên çareseriyê û li ser vê mexaze vekirine. Şevînê wiha got: “Mexazeyê hem ji Qersê hem jî ji bajarên din eleqeyek mezin dît. Piştgiriya cil û bergên zarokan pir zêde hat. Em li ser serlêdanan zarokên xwe kêfxweş dikin, diyariyan dişînin. Mexazeya me bi piştevaniyê mezin bû.”   ‘Me tov û çêçikên kazên Qersê belav kirin’   Şevînê di dawiya axaftina xwe bi lêv kir ku Qers di alî sewalkarî û çandiniyê de bajarekî girîng e, lê di encama polîtîkayên şaş de bajar ketiye plana dawî û got: “Me plansazî kir ku em hinek piştgiriyê bidin çandiniyê. Beriya her tiştî me li ser erdên şaredariyê xebatên çandiniyê kirin. Piştre me ji bo welatiyên xwe ji bo li ser erd û baxçeyên xwe çandiniyê bikin teşwîq kir. Me ji bo teşwîqkirina Kazan çêçikên wan belav kirin.Ligel vê me piştgiriya tov da.”