Ayşe Efendî: Nasnameya jina siyasetmedar û dîplomat hat hedefgirtin 2020-07-14 09:02:52   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kobanê Ayşe Efendî di derbarê çûyîna wan ya li cem hêzên Rûsyayê ya ji bo komkujiya Helincê de wiha got: "Hemû hêzên navneteweyî û Rêjîma BAAS'ê jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin, loma divê ku em hêzên xwe YPJ, YPG/QSD, Asayîş û HPC'ê ji xwe re bingeh bigirin."   Dewleta tirk bi balafirên keşfê yên bê mirov di 23'yê Hezîranê de gundê Helincê topbaran kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Sazî û malbatên şehîdan yên Kobanê li dijî vê komkujiyê di 26'ê Hezîranê berê xwe dan baregehên hêzên Rûsyayê. Hêzên Rûsî di wê demê de soz dan ku ew ê li ser mijarê bisekinin. Lê ev 14 roj in ku diborin û hîna jî tu helwest û encam di derbarê komkujiyê de nehatiye bidestxistin. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîna Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî ku wê cihê xwe di şandeyê de girtibû,  girt.   'Nasnameya jina siyasetmedar û dîplomat hat hedefgirtin'   Ayşeyê di despêka axaftina xwe de behsa jinên têkoşer û hedefgirtina wan kir û wiha got: "Komkujiya ku li Helincê pêk hat ne cara yekemîn bû. Li Parîs, Bakurê Kurdistanê, herêma Cizîrê û herî dawî jî li Kobanê jin hedef hatin girtin. Di van komkujiyan de kesayeta jina siyasetmedar û dîplomat hat hedefgirtin. Sakîne, Leyla û Fîdan, Fatma, Sêvê û Pakîze, Hevrîn Xelef, Zehra û Hebûn di asta cîhanî de gelek hevdîtin û komxebat ji bo parastina gelê xwe û bi taybet jinan li dar xistibûn. Ev gavên ku jinên Kurd di van salan de avêtine, bi hezaran sale ku di dîroka pergala zayendperest û desthilatdar de nehatine avêtin. Loma komkujiya ku li Helincê pêk hat di hundir mala jina Kurd e bû. Ew jinên ku hatin hedefgirtin bi jinên hemû civakê re pêwendî ava kiribûn û bi wan re her tim di nava dayîn û standinê de bûn."   'Hemû hêz li gor berjewendiyên xwe tev digerin'   Ayşeyê bal kişand ser hebûna hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Di dema bûyerê de Emerîkayê daxuyaniyeke şermok da, lê hêzên Rûsyayê ku qaşo ew ji ber ewlehiya herêmê ve berpirsyar in, mixabin ku tu helwest nîşan nedan. Hêzên Koalîsyona navneteweyî, hêzên Emerîka û Rûsya, her wiha leşkerên Rêjîma BAAS'ê yên li ser sînor jî, qaşo van hemû hêzan berpirsiyariya ewlehî û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine li ser xwe. Lê di rastî û piratîkê de tiştekî wiha tune ye, ji ber ku dema dijmin di hundir gund û mala me de li me bide, tê wateya ku hemû soz û axaftin valane. Ji me re dubare îsbat dibe ku hemû hêzên li herêma me li gor berjewendiyên xwe tev digerin."   'Hêzên Rûsyayê gotin ku ew nikarin dijminatiyê bi tirkiyeyê re bike'   Ayşeyê diyar kir ku ew di 26'ê hezîranê de berê xwe dan li gel hêzên Rûsya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke meclis û malbatên şehîdan di 26'ê hezîranê de me gel bi rêxistin kir û berê xwe da paregehên hêzên Rûsyayê. Me ji bo generalê wan dosya li ser bûyerê û hemû kiryarên dewleta tirk pêşkêş kir. Wan ji me re gotin ku heger ne parastina me ya vê axê ba wê bûyerên cudatir jî biqewimyana. Her wiha gotin ku em nikarin bi dewleta tirk re dijminatî bikin ji ber ku xebatên me yên hevbeş bi hev re hene, loma me tu bertek nîşan neda. Soz dane me ku ew ê li ser mijarê bisekinin û wê rê nedin bûyerên weke ya Helincê dubare bibin. Ev zêdetirî 14 roj in ku ji ser bûyerê re boriya, lê heta niha jî tu encam dernektiye holê."   'Divê ku em hêzên xwe bingeh bigirin'   Ayşeyê herî dawî diyar kir ku divê ew baweriya xwe bi tu hêzên cudatir neynin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta vê kêliyê jî êrîş û gefên dewleta tirk bê navber didomin, tu cudahî tunene û tiştek jî nehat guhertin. Divê ku gelê me hêzên YPJ, YPG/QSD, Asayîş û HPC'ê ji xwe re bingeh bigirin û baweriya xwe bi tu hêzên cudatir neynin. Di vê çarçoveyê de divê ku her kurdek di mala xwe de milîs be û bikaribe parastina mal û dora xwe bike."