ROJEVA 14'Ê TÊRMEHA 2020'Î 2020-07-14 09:00:00   *Sebriye Tekîn ku li gundê Palûka Sûrê bi çêkirina tenûran debara mala xwe dike, lê ji ber qeyrana aborî û vîrûsa koronayê nikare tenûrên xwe bifiroş e. BI DÎMEN    *Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kobanê Ayşe Efendî di derbarê çûyîna wan ya li cem hêzên Rûsyayê ya ji bo komkujiya Helincê de wiha got: "Hemû hêzên navneteweyî û Rêjîma BAAS'ê jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin, loma divê ku em hêzên xwe YPJ, YPG/QSD, Asayîş û HPC'ê ji xwe re bingeh bigirin." BI DÎMEN    *Hevseroka Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya Kobanê Sewsen Daban rewşa aborî ya Herêma Firatê, dagirkirina depoyên genim, alternatîfa bicihkirina genim û cehê 2020'an nirxand. Sewsenê wiha got:"Pêşxistina çandiniyê, geşkirina aboriya herêmê ye." BI DÎMEN    *Jinên Amedê li ser qeyrana aborî axivîn û diyar kirin ku kes nikare fature û kire xwe bidin her wiha gelek kes nikarin debara xwe çêkin.  DÎMEN HEYE   * Şaredariya HDP’î ya Qersê ku her tim dibe hedefa desthilatdariyê, tevî hemû zext û derfetên qels xebatên girîng yên jinan dimeşîne. Hevşaredar Şevîn Alaca projeyên xwe vegot û anî ziman ku wê her tim li bajar rengê jinê bidomînin. DÎMEN HEYE   * Her çiqas Ayasofya bê rojevê jî li Tirkiyeyê qedera gelek dêran heman e. Dêra 12 Hewariyan û Alexander Nevsky Katedralî ya li Qersê di nav demê de ji bo armancên din hat bikaranîn, piştre jî veguhertin mizgeftê. DÎMEN HEYE   *Xizma girtî Vesîle Çelîk diyar kir ku tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê nayên girtin, hem girtî û hem jî malbatan mexdûr dikin û got: “Bi salan e li girtîgehan polîtîkayek bi zanebûn tê meşandin. Di vê pêvajoyê de bi destên AKP’ê dijwartir bû.” DÎMEN HEYE   *Jinên Îzmîrê bertek nîşanê pêşnûmeya efûyê ya ku bi riya zewacê rê li ber efûkirina gumanbarên destdirêjiyê li zarokan vedike, dan û diyar kirin ku bi pêşnûmeyê tê xwestin ku îradeya jinan bê şikandin û got: “Ev bazirganiya zarokan e û tiştekî bi xof e.” BI DÎMEN