Kongreya yekem a Partiya Sûriya Pêşeroj a herêma Firatê dest pê kir 2020-07-13 11:02:20   KOBANÊ - Partiya Sûriya Pêşeroj a herêma Firatê bi armanca nirxandina kar û xebatên partiyê ya di nava du salan de îro li bajarokê Sirînê yê girêdayî Kantona Kobanê kongreya xwe ya yekemîn a herêma Firatê li dar dixe.   Partiya Sûriya Pêjeroj a Herêma Firatê bi dirûşma "Sûriyeke Demokratîk ne navendî, misogerkirina Rêveberiya Xweser, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk" kongreya xwe ya yekem bi tevlîbûna 200 delegeyan îro li bajarokê Sirînê yê girêdayî kantona Kobanê li dar dixe. Her wiha 100 kes ji nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê, şêx û rûsipiyên herêmê, kesên civaknas, hêzên ewlehiya hundirîn (Asayîş), nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevlî kongreyê bûn. Hola kongreyê bi wêneyên pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Xwîna Şehîdan Sembola Azadiyê ye" hatiye xemilandin.   Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, niha jî  ji aliyê hevseroka desteya enerjiyê ya herêma Firatê Nesrîn Kenan ve perspektîfên partiyê tên xwendin.   Tê payîn ku piştre jî rewşa siyasî ya herêmê bê nirxandin, rapora kar û xebatên partiyê yê du salan bê xwendin, hilbijartin bên kirin û bi daxuyaniyekê bê dawî kirin.