Aynur Kuaç bi pitika xwe ya 10 mehî re li girtîgehê ye 2020-07-13 10:59:11   MÊRDÎN - Aynur Kuaç, berî bi du rojan hat binçavkirin û bi pitika wê ya 10 mehî re şandin Girtîeha Tîpa T ya Şirnexê. Aynurê ji ber wêneyekî ku di 2014'an de hatiye kişandin ku dibêje ne aîdê wê ye bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin.    Li gorî daneyên Wezareta Edaletê yên meha Nîsanê, li Tirkiyeyê 780 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin. Di mehên borî de bi pakêta darazê ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve hat erêkirin gelek girtiyên edlî serbest hain berdan û hin dayik jî bi zarokên xwe re hatin tahliyekirin. Lê li aliyekî din jî li jinên ku bi zarokên xwe re di girtîehan de dimînin yên nû tên zêdekirin.  Ji van dayikan yek jê jî Aynur Kuaç a di 1'ê Tîrmehê de di encma operasyona navenda wê Mêrdîn de hat binçavkirin û bi îdaya girtinê sewkî dadgehê hat kirine.   Aynur a ku piştî derxistin dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest berdan, di 11'ê Tîrmehê de li ser îtîraza dozger ji mala xwe ya li Cizîrê hat binçavkirin û piştî derxistin dadgehê hat girtin. Aynur ji ber wêneyekî di 2014'an de ku dibêje ne aîdê mine bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" bi pitika wê ya 10 mehî re şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.    Pitik her ji du saetan birin emniyetê   Aynur a ku 4 rojan li Mêrdînê di bin çavan de ma pitika wê jî di wesayitê de li ber deriyê emniyetê ma ji ber ku divê her ji du saetan carekê dayika wê ew şîr bida.    Wê îtîraz bikin   Parêzerê Aynurê Soner Kurt ku derbarê mijarê de agahî da ajansa me, diyar kir ku niha tu pirsgirêka tendirustiyê ya Aynurê û pitika wê  baş e. Lê girtineke dijhiqûqî ye û ew ê îtîraz bikin.