Hevşaredar Betul Yaşar hat binçavkirin 2020-07-13 10:07:22   AGIRÎ  -  Polîsan serê sibehê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê Betul Yaşar û avahiya Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girtin.    Polîsan serê sibehê li Navçeya Giyadîn a Agiriyê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê ya HDP'î Betul Yaşar û avahiya Şaredariya Giyadinê de girtin. Polîsan di serdegirtina mala hevşaredara Giyadinê Betul Yaşar de lêgerîn kirin. Polisan li navçeyê bi ser mala welatî Mesut Arslan û Mustafa Alparslan de jî girtin û ew binçav kirin. Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç agahî dan û diyar kir ku polîsan deriyê avahiya şaredariyê şikandin û ketin hundir û lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê didome.