Beriya 'Konvoya Mor' jin hatin astengkirin 2020-07-12 17:43:02   AYDIN - Meclisa Jinan a HDP'ê xest tevlî meşa jinan a ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve li Aydinê hat lidarxistin bibe. Lê di ketina bajêr de hatin rawestandin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma "Têkoşîna jinan li her derê ye" çalakiya xwe ya fînalê ku da destpêkirin bi navç "Konvoya Mor" ji Aydinê destpê bike. Jinên ku xwestin ji Antalyayê tevli çalakiyê bibin li ketina Aydinê ji aliuyê cendirmeyan hatin rawestandin.    Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Zarîfe Akin, bertek nîşanî astengkirin da û got ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin.