Ji Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekitiya Êzdiyên Efrînê daxuyanî 2020-07-12 14:06:27   ŞEHBA - Bi armanca pîrozkirina salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurditanê, Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyên Efrînê daxuyaniyek dan.     Bi boneya salvegera şoreşa19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojavayê Kurditanê ku çirûska azadiya gelan di nav de vejiya,  Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyên Efrînê daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li Kampa Berxwedanê bi beşdarbûna hemû sazî û dazgehên sivîl, endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyên Efrînê hat dayin. Daxuynî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzdî a Efrînê Roxaş Cindo ve hate xwandin.   Daxuyanî wiha ye:   “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hêviyên mezin banga azadî, demokrasî û têkoşînê kir. Di nava vê şoreşê de gelek kesayetên qehreman canê xwe feda kirin û ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe dan. Di nava van salên şoreşê de me gelek bedelên giranbûha dan.  Serkeftina gelê me di dîroka sedsalê de ew bû ku mirovên me jî bûn xwedî statû di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de. Li hember dijminên hovane me xaka xwe parast û me bi têkoşîna xwe herêmên xwe weke cihekê herî bi ewle di Sûriyê de hiştin.    Rastiya gelê şoreşger derket pêş   Meha Tîrmehê bûye şahide gavên dîrokî û ji ber wê em  14'ê tîrmehê jî ku salvegera berxwedana zindana ye ji bîr nakin. Qehremaniya têkoşerên azadiyê yên ku faşîzma dewleta tirk qebûlnekirin derket pêş û destanên qehremaniyê di zîndanan de hatin nivîsandin. Ev bûyerên dîrokî ji hev ne qut in berxwedana 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19’ê Tîrmehê derfet bû, berê dîrokê veguherenad qadên têkoşînê û bi dest xistina mafan. Di encama vê de rastiya gelê şoreşger derket pêş.   Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku gelê me pêşengtiya wê kir bi ser ket û me hemû civak xwexwndin ku bi rengekî demokratîk projeya xwe pêş bixin. Destkeftiyên mezin hatin bidestxistin û bi pêşengtiya jinan êdî mirov rehet dijîn.     Em weke Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyan a Errînê li Kantona  Şehbayê berxwedana 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin. Em soza domandina xeta azad didn û bi hêviyên mezin li şoreşa xwe xwedî derdikevin.”     Daxuyanî bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.