Malbata Gulîstan doku wê bi wezîr re hevdtîinê bike 2020-07-12 13:55:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Gulîstan Doku ya ji meha çileyê de li Gulîstanê digere, roja çarşemê wê biçe Enqereyê û bi Wezîrê Karên Navxweyî re hevdtîinê bike.   Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ku hat windakirin, lêgerîna wê ya li gola bendavê ya li derdora viyadûka Sari Saltuk di roja 184'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatibû rawestandin.   Malbata Gulîstanê roja Çarşemê ji bo biçe bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re hevdtînê bike diçe Enqereyê. Ji bo hevdîtina ku tê xwestin bê kirin dayika Gulîstanê Bedriye, xuşka wê Aygul, xaltiya wê, birayê wê û apê wê diçin Enqereyê.