'Kurd her tim hedef tên girtin' 2020-07-12 09:11:48   ŞENGAL - Jinên Êzidî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Ji aliyek tecrîd tê girankirin û ji aliyek jî êrîşê Gelê Kurd dikin, em wekî jinên Êzidî êrîş û tecrîdê qebûl nakin."    Jinên Êzidî nêrazîbûnên xwe li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Jinan di nêrînên xwe de bal kişandin ser fikr û ramanên Abdullah Ocalan û gotin bi saya wî jinên Êzidî guherî.    Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Lîza Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên Êzidî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi saya fikr û ramanê Rêber Apo gelek guhertin pêk hatin. Berê em nediçûn meşan, em tevlî civînan ne dibûn. Bi taybetî mafê me jinê tune bû. Her wiha em ne wêrek bûn û em ditirsiyan jî. Lê niha jinên Êzidî guherin."   Lîza wiha behsa guhertina jinên Êzidî kir: "Ez niha diçîm perwertê û tevlî çalakiyan dibim. Ev tişt bi saya fikr û ramanê Rêber Apo pêk hat. Her wiha niha li hemberî Rêber Apo tecrîdek heye û divê ev tecrîd bê bidawîkirin. Her wiha bersiva me jî ya li hemberî tecrîdê jî xwedî li derketina fikr ramanê Rêber Apo ye."    Endama Meclîsa TAJÊ Pakîze Celal jî bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo Rêber Apo em çi bikin jî kêm e. Hêvî û daxwaza me ew e ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Dewleta tirk ji fikrê Rêber Apo ditirsê. Ji ber wê her roj bi top, firoke êrîşê kurdan dike. Kesên ku bi fikrê Rêber Apo çavên xwe vekirine bûye xwedî kesayet û zanebûnê dewleta tirk êrîş van dike."   Pakîze, diyar kir ku niha bi her awayî êrîşe Gelê Kurd dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bang li gelên xwe dikin, bila gelê me rabin ser xwe roja fermanê roja teng ji bîr nekin. Îro jî hewceye ku civaka Êzîdî ji bo Rêbertiya xwe bikeve nava hewldanan. Her wiha ligel tecrîdê êrîşê rojavayê Kurdistanê, Şengal û bakurê Kurdistanê dikin. Kurd her tim hedef tên girtin. Tu carî hêviya me ji dijmine me nayê."