Gelo gumanbar çawa cihê stargehan hîn dibin? 2020-07-12 09:10:52   Habîbe Eren   ENQERE - Dildara Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Ayşegul Ozadak diyar kir ku rêbaza ‘veşariyê’ ya derbarê stargehên jinan de tê binpêkirin û got: “Cihê stargehên jinan tên aşkerakirin. Ev jî nîşan dide ku yên vê agahiyê parve dikin, peywirdarên cemawerî ne.”   Jina bi navê Bahar Topal ya li Kanîreş a Çewlîkê dijiya û ji aliyê malbat û derdorê ve wek ‘Zeynep’ dihat zanîn, du mehan bi şîdetê re rûbirû dimîne û diçe Stenbolê, serî li stargehê dide. Lê Zeynep li malek din tê bicihkirin, Osman Topal cihê wê fêr dibe û diçe Zeynebê digire û li Kanîreşê qetil dike.   Li gorî 14’emîn Xala Qanûna Şaredariyan, şaredariyên ku nifûsên wan di ser 100 hezarî de divê stargehê ji bo jin û zarokan vebikin. Lê li gorî vê xalê hejmar gelek kêm e. Bi giştî 144 stargeh hene. Dildara Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Ayşegul Ozadak rewşa stargehan û polîtîkayên derbarê vê de nirxand.   Gumanbar cihên stargehan çawa fêr dibin?   Ayşegulê, diyar kir ku piştî jin diçin stargehan mêr û mabat dikevin pey wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gumanbar bi hincetên cuda hewl didin cihê wan fêr bibin. Yên li Mor Çati digerin, dixwazin cihê stargehan fêr bibin. Em dibêjin ev qedexeye. Parvekirina vê sedema cezaye. Her tişt nîşandide ku parvekirina van agahiyan ji aliyê peywirdarên cemawerî pêk tê. Demek nêz de jinekê xwe gîhand Mor Çati û got li qerekolê komîserekî ji hevjînê wê re cihê stargehê gotiye. Ev jin ji ber vê neçar ma ji qerekolê derkeve.”   ‘Feraseta dibe sedema mirina jinê'    Ayşegulê gotinên serokwekîlê giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş yên der barê Peymana Stenbolê de bibîrxîst û got: “Peymana Stenbolê di alî pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de peymaneke girîng e. Qanûna hejmar 6284 di alî pêkanîna peymanê de qanûnek girîng e. Di serî de kuştina Zeynep Topal, em ji hemû kuştinên jinan fêm dikin ku ev qanûn pêk nayê. Piranî jinên tên qetilkirin, derbarê gumanbarê wan de biryarên dûrxistinê hatiye girtin. Lê mixabin feraseta ‘bila yekitiya malbatê xera nebe’ dibe sedema mirina jinan.”   Ayşegulê balkişand ser şert û mercên serlêdana stargehan û got di serlêdanê de bila jin bêjin em rastî şîdetê hatine têr dike û wiha bi lêv kir: “Di qebûlkirina stargehan de dema ku jin dibêje ez rastî şîdetê hatime, divê tiştên wek rapora derbkirinê neyên xwestin. Divê piştgirî ji bo wan bê dayîn, di alî civakî, ruhî û hiqûqî de tenê neyên hiştin. Her wiha jinên di ser temenê 60’î de ji bo stargehan nayên girtin. Zarokên law yên di ser temenê 12’yî de bi dayikên wan re nayên qebûlkirin. Her wiha li hinek bajaran jinên penaber nayê qebûlkirin. Her wiha stargeh divê nebin girtîgeh, divê bibin cihên xurtkirinê.”   ‘Divê analîza rîskê bê kirin’   Ayşegulê her wiha daxuyakirin ku jinên poşman dibin û dixwazin vegerin jî ger ku xetereya jiyana wan hebe jî divê ji bo pêşîgirtinê tedbîr bên girtin û analîza rîskê bê kirin. Ayşegulê destnîşan kir ku stargeh qelsin û hejmara xebatkaran jî ne di kapasîteya ku piştgiriyê bidin jinan e û wiha dawî lê anî: “Stargeh mafê jinan e. Divê ewlehiya stargehan bê girtin, lê dema ev tê girtin jî divê nêzîkatiyeke ku jinan dike bin zextê tunebe.”