'Armanca dagirkeran tunekirina vîna jinan e' 2020-07-12 09:01:51   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Firyaz Berkel di derbarê mijara hedefgirtina jinan de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: "Dijmin ji hêza jina azad ditirse, ji ber wê jî jinan hedef digire."   Piştî damezrandina pergala mêr-dewletê jiyana jinan kete xeteriyê. Di her demekê de jinên ku xwe bi rêxistin kirine û navendên xwe yên xweser û temsîla vîna jinê ava kirine hedef hatine girtin. Hem ew jinên pêşeng hem jî saziyên jinan dibin hedefa dewlet-netewan. Dijminê jinê, dewleta mêran li herêmên di bin dagirkeriya wan de hemû derfetên jiyanê ji destê jinan girtine û li herêmên Rêveberiya Xweser de jî hewildide ku jinên pêşengtiya civakê dikin bide tunekirin. Li beranberî van cureyên desthiladarî û komkujiyan jinên li peyî lêgerîna azadiyê hewil didin bi rêya perwerdeyan rêxistiniya xwe xurtir bikin û hebûna civaka neteweya demokratîk bi awayekî misogerî biparêzin. Di derbarê mijara hedefgirtina jinan de Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Firyaz Berkel ji ajansa me re axivî.   'Kîna desthilatdaran li beramberî jinan heye'   Firyazê di destpêka axaftina xwe de behsa rola jinan a di demên Rejîma BAAS'ê û çeteyên DAIŞ'ê de kir û wiha pê de çû: "Dema ku mirov bixwaze li ser rêxistinkirinên jinan biaxive pêwîst e em têkoşîna jinê ya bi salan bigirin dest. Di dema rejîma BAAS'ê de jin bi çi rengî tev digeriya, ji ber ku jin wê demê tenê bi nav dihat nasîn, di heman demê de nava civakê de rola jinê tune bû. Sîstema desthilatdar li gor xwe civakê perwerde dike, ji ber wê êdî nepejirandina jinan li beramberî pergalê çêbû, serhildanan dest pê kir û bû bihara gelan. Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê pênasekirin û bi serkêşiya jinan tê meşandin bû çavkaniyeke mezin. Di tevahî şoreşan de girîngî û rola jinê hebû, gelek guhertin û veguhertin bi xwe re anîn, di heman demê de di hundir wê şoreşê de şoreşeke din hat destpêkirin guhertina zihniyeta desthiledaran bû."    'Jinên zane û têgihiştî tên hedefgirtin'   Firyazê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser hedefgirtina jinan û wiha domand: "Bi salane jin li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşe, jina ku dixwaze guhertinan di nava civakê de çêbike ew jin dibe armanca êrîşên dewleta tirk. Siyasetmedar Hevrîn Xelef ji bo jiyana netewa demokratîk têkoşîn dida meşandin. Yekem armanca wê ew bû ku hişmendiya neteweya demokratîk di nava gelan de ava bike. Lê dewleta tirk weke hemû caran dîsa jina siyasetmedar kir hedef û xwest di kesayeta Hevrîn de hêza jinê ya pêşengtiyê bide tunekirin û çavtirsandî bike. Di heman demê de komkujiya ku li gundê Helincê bi destê dewleta tirk pêk hat û her sê jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan, tenê armanca wan jinan ew bû ku jinan bi rêxistin bikin, edalet û wekheviyekê di nava civakê de bidin rûniştandin, lê dijmin her tim jinên siyastemedar, zane, têkoşer û berxwedêr hedef digire."   'Bi hêza jina azad wê polîtîkayên dewletan têk biçe'   Firyazê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze hêza jinê lawaz bike û wiha bi dawî kir: "Li gor hişmendiya dewletan pêwîst e jin bê deng be û behsa mafê xwe neke, lê dema ku jin serî li hember wan netewîne wê demê ew jin bi destên wan tên kuştin. Ji ber ku rêxistin û saziyên jinan gihiştine asta serkeftinê, rojane jin an jî saziyên jinan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên hedefgirtin, li herêmên dagirkirî her roj jin bi awayên cur be cur rastî îşkenceyan tên. Ev dide diyarkirin ku dijiminê jinan hewil dide baweriya jinê ya bi hêza xwe tîne bide tunekirin. Lê berovajî wê her roj jin ji roja din zêdetir baweriya xwe bi hêza xwe tînin û dibin xwediyê biryardariyeke azad."