Meclîsa Jinan a HDP'ê çûn serdana esnafên Dêrsimê 2020-07-11 17:02:17   DÊRSIM - Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Dêrsimê çû serdana esnafan û banga tevlîbûna meşa ku sibêhê bê lidarxistin kir.    Fînala kampanyaya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi navê "Têkoşîna jinê li her derê ye" sibêhê li Dêrsimê bi meşekî bê bi dawîkirin. Meş dê li kolana Hunerê ya Dêrsimê bê destpêkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê li Dêrsimê çûn serdana esnafan û banga tevlîbûna meşê kirin.    Ayşe di serdanê de qala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" kir. Ayşe wiha axivî: "Em polîtîkayên îqtîdarê ya ku derbarê jinê dimeşîne rexne dikin. Çawa dibe ku Gulistan Doku bajarêkî ev qas biçûk de nayê dîtin. Tê xwestin ku di nava civakê de muhafazakariyê pêş bixin û jinê hepsê li malê bikin. Ez niha li Dêrsimê me û her gavên min tê şopandin û ez çî dikim li vir tê zanîn, lê çawa dibe ku jineke 7 meh in windaye û nayê dîtin." Ayşe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan û diyar kir ku dixwazin Peymana Stenbolê ji holê rakin.