‘Malbatên pakrewanan bingeha dibistana welatparêziyê ne’ 2020-07-11 14:07:44   KOBANÊ - Konferansa 7’emîn ya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê berdewam e, kesên ku di konferandê de axivîn tekezkirin ku ew ê doza azadiyê bidomînin û wiha gotin: "Bi saya fedekariya van cangoriyan îro em bûn xwedî rêxistin û her kes hisb ji mirovê kurd dike. Malbatê şehîdan dibistanên welatparêziyê ne û pêwiste her kes ji wan fêr bibe.”   Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê li Eywana Firat bi beşdarbûna 250 delegî ji malbtên şehîdan yên Kobanê û Reqayê berdewam dike. Piştî axaftina vekirinê û xwendina perpesktîfên rêberê PKKê Abdullah Ocalan, konferans bi axaftinên mêvanan berdewam dike.    Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Rewşen Hacim di konferansê de wiha got: "Li dar xistina konferansekî wiha di nav van êrîşan de rê peyamek xurt dide dijmin û êrîşên li hember têkoşîna me nabin asteng. Şehîd hebûn û tûnebûna me ne, eger ne fedekariya wan ba, wê niha ev welat wêran û dagirkirî ba. Dijmin di asta yekemîn de vîna jina kurd hedef digre, komkujiya ku li Helincê jî pêk hatiye îsbata vê yekê ye. Ji ber vê divê ku em jin hemû bi pêşengiya malbatên şehîdan li dijî van kiryaran têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin. "   ‘Gelê Kurd bi saya pakrewanan xwedî îrade ne’   Ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Şahîn watedariya li darxistina vê konferansê anî ziman û wiha pê de çû: "Civaka ku ne xwedî şehîd be mafê wan yê jiyanê tune ye. Heger ne ji cangoriyan ba, wê komkujî, koletî û mirin hebe. Şehîd dîroka me ne, malbatên şehîdan jî xwedî vê dîrokê  ne. Di şerê cîhanê yê yekem de Gelê Kurd bê statû man. Lê îro di şerê cîhanê yê sêyemîn de, ne tenê di Rojhiltava Navîn de lê belê di tevahî cîhanê de Gelê Kurd xwedî  îrade ne. Em bi hêvî ne ku konferans bibe bingehê bi cih anîna xeyal û armanên şehîdan."   ‘Malbatên şehîdan bingeha dibistana welatparêziyê ne’   Ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha dibêjê: "Di welatekî ku dayik û bav zarokên xwe bê navber feda dikin, em  tê de serbilindin. Em weke PYD`ê sozê xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan bimeşin ku em civakeke bîrdozî, siyasî û exlaqî ava bikin. Ev serkeftin û azadiya di destên me de hemû bi keda şehîda ne. Divê ku em vê xetê winda nekin, xwedî li keda şehîdên xwe derkevin û civakeke demokratîk ava bikin. Îro Kurdistan di nava êrîş û dorpêçê de ye, loma divê ku malbatên şehîdan pêşengiya parastina hebûna Gelê Kurd bikin, ji ber ku malbatên şehîdan bingehê dibistana welatparêziyê ne."   ‘Wê serkeftin para me be’   Her wiha Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen  jî axivî ku: "Li hember şehîd û malbatên wan em çiqas biaxivin jî, kêm dimîne. Şehîdên me ji bo ku gel, malbat û welatê xwe biparêzin, şer kirin û giyana xwe feda kirin. Îro em bi nirxê şehîdên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî wekhev û di bin sîwana netewa demokratîk de dijîne. Wê serkeftin para me be."   Konferans bi xwendina rapora du salan didome…