'Têkoşer her tim bi ser dikevin' 2020-07-11 13:36:24   AMED - Meclîsa Jinan a Sosyalîst, di çarçoveya çalakiyên "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" li Amedê daxuyaniyek dan û gotin: "Bi dehan hevalên me hatin girtin. Hevalên me bi îşkenceyê re rûbirû man. Dixwazin tevgera jinê krîmînalîze bikin. Lê divê bê zanîn ku dê têkoşîn bidome."    Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), di çarçoveya çalakiyên "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" li Parqa Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê bi navê "Ji bo jinan edalet, ji bo her kesî edalet" daxuyaniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de jinan pankarta 'Ji bo jinan edalet, ji bo her kesî edalet' hat vekirin û her wiha dowîzên "Komeleya Jinan a Rosayê û TJA bi tenê nînê" hatin vekirin.    Di daxuyaniyê de endama Lîjneya Rêveberiya Navendê ya SKM'ê Satiye Ok axivî û bal kişand ser binçavkirin û girtinan. Satiye, da zanîn ku li hemberî Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê êrîş pêk tên û got: "Bi dehan hevalên me hatin binçavkirin û hatin girtin. Hevalên me bi îşkenceyê re rûbirû man. Sedema êrîşan jî krîmînalîza kirina tevgera jinê ye. Ji ber ku bi sala ne li dijî êrîşa zayendî ya li hemberî zarok û jinê kolan bi kolan geriya û têkoşîna xwe mezin kir. Em ê li dijî êrîşên polîtîk piştewaniya xwe mezin bikin. Em ê her tim alîgirê azadî û edaletê bin. Ji bo Pirsûsê, ji bo jinan û ji bo gelên bindest, ji bo LGBT-Îyan em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."    Aktîvîsta TJA'yê û endama DAKP'ê Bahar Karakaş Ulug, jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dixwazin Pêymana Stenbolê betal bikin. Bahar, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê divê baş bê zanîn ku em wekî Platforma Jinan a Dîclê Amedê têkoşîna xwe bidomînin. Dîrok jî dizane ku her tim yên têkoşer bi ser dikevin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Em bêdeng nabin, em natirsin û îteat nakin" û "Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo jinan edalet" bi dawî bû.