Li Kobanê 7’emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir 2020-07-11 11:25:33   KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi dirûşma "Bi rihê 14'ê Tîrmehê em ê welat biparêzin û dagirkeriyê têk bibin" 7’emîn Konferansa xwe li dar xist.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê 7’emîn Konferansa xwe li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 250 delegeyî  ji Kobanê û navçeyên wê Çelebî, Qinê, Şêran, bajarokê Sirînê, Girê Spî û Eyn Îsa, her wiha nûnerên Kongreya Star, Partiyên Siyasî,nûnerên Rêveberiya Xweser, Desteya Parastinê, hêzên Asayîşê, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem), Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Minbic û Reqayê pêk hat. Konferans li eywana Firatê hat çêkirin. Cihê konferansê bi wêneyên pakrewanên azadiyê,  alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û pankartên bi nivîsa “Em şehîdên xwe naspêrin axê em dispêrin dilê xwe”, “Em ê Rêber Apo azad bikin” û “Şehîd parêzvanê ax û rûmetê ne” hat xemilandin.   Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre dîwana konferansê hat hilbijartin. Axaftina vekerinê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kobanê Ayşe Efendî ve hat kirin.   Ayşe wiha got: "Di van şert û mercên ku herêma me tê re derbas dibe de lidarxistina konferansê gaveke serkeftî ye. Ev konferans wesîleya ku hemû dayik, bav, hevjîn û zarokên şehîdan xwe di nava meclîsê de bibînin, da ku em kêmasiyên xwe bi hev re temam bikin. Kobanê bû çavkaniya berxwedan û serkeftinê di tevahî cîhanê de, loma divê em di vê pêvajoyê de bi rihê berxwedana Kobanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk têkoşîn bikin. Destkeftiyên ku em îro  pê re dijîn malbatên şehîdan berdêla wê dan. Loma ji her kesî zêdetir divê ku em xwedî li şoreşa xwe derkevin. Divê ku em kar û xebatên xwe di asteke bilind de bimeşînin, da ku em ji vê pêvajoya hesas re bibin bersiv."   Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên di derbarê şehîdan de didome.