'Qetilkirina pezkoviyan qetilkirina gelê Dêrsimê ye' 2020-07-11 11:12:35   DÊRSIM - Jinên bertek nîşanî destûrdayina îhaleya ji bo nêçira pezkoviyan dan wiha gotin:"Pezkovî emaneta Xizir e. Em li emaneta xwe xwedî derkevin."   Wezareta Daristan û Cotkariyê ji bo pezkoviyên ku nifşê wan li ber tunebûnê ne îhale derxistin. Tê plankirin ku bi vê îhaleyê pezkovî bên qetilkirin. Tê gotin ew ê îhale di 13'ê Tîrmehê de bê kirin. Bi rêya raya giştî bertek li dijî vê biryarê hat nîşandan.    Jinên Dêrsimê yên pezkoviyan wekî dewarê Xizir dibînin bertek nîşanî îhaleya ji bo nêçirê dan û gotin ew destûrê nadin qetilkirina pezkoviyan.    'Divê bertekên girseyî bên nîşandan'   Ozlem Sariçiçek anî ziman ku pezkovî ji bo wan pîroz e û wiha got:"Divê tu carî em destûrê nedin qetilkirina pezkoviyan. Divê em xwedî li wan derkevin. Divê bertekên girseyî bên nîşandan. Kesên pezkoviyan dikujin ne mirov in. Ji ajalên li xwezaya me yên azad û xweşik çi dixwazin? Ez ji hemû tiştên li xwezayê hez dikim. Bêtir jî ji bizinên Xizir hez dikim. Divê civak têkildarî mijara qetilkirina pezkoviyan hestiyar tev bigerin."   'Divê her kes bibe dengek û li dijî van derkevin'   Hediye Serihan anî ziman ku ew li dijî qetilkirina xwezayê ye û wiha got:"Gelek kesî li dijî komkujiya xwezayê dengê xwe derxistin lê hat xwestin ku ev deng bê bidawîkirin. Pezkovî li gelek herêman pîroz in. Tevî ajalan şaristaniyên dîrokî jî tên qetilkirin. Divê her kes bibe dengek û li dijî van derkevin."   'Pezkovî jêderka xwezayê ne'   Hulya Ozkan jî diyar kir ku ew li dijî qetilkirina pezkoviyan e û wiha got:"Pezkovî xweşikbûna xwezayê ne. Ger ew tune bibin ew ê xweza jî tune bibe. Pezkovî jêderka xwezayê ne. Divê li dijî nêçirvaniyê biryara qedexeyê bê dayin."   'Qetilkirina pezkoviyan qetilkirina gelê Dêrsimê ye'   Dilek Şanligolu bi lêv kir ku pezkovî jêderka baweriyê ne û wiha got:"Qetilkirina pezkoviyan qetilkirina gelê Dêrsimê ye. Em nêçira pezkoviyan şermezar dikin û em dixwazin biryara qedexeya nêçirê bidin. Pezkovî emaneta Xizir e. Em xwedî li emaneta xwe derkevin. Çima tên nêçira pezkoviyên me? Divê em hemû bibin yek û dawî li vê yekê bînin."   'Pezkovî dewarê 'Dayika Fatma' ye'   Bakiye Guder nerazîbûna xwe nîşanî qetilkirina pezkoviyan da û wiha got:"Pezkovî dewarê 'Dayika Fatma' ye. Çîrokên derbarê pezkoviyan de hene. Li gundê me xwê li ser tatan dikin ji bo pezkoviyan. Ma ne guneh e? Pezkovî jî canek e. Bila guneh têkve stûyê kesên biryara qetilkirinê didin."