‘Em ê doza zarokên xwe bidomînin’ 2020-07-11 10:13:30   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên Efrînê ên ku tevlî meşa girseyî ya li dijî kiryarên dewleta tirk ser Efrînê bûne gotin: “Kîna dewleta tirk û kiryarên wê li dijî şêniyên Efrînê gihaştiya asteke bilind. Êdî bes e ji vê hovîtiyê re, em jiyaneke bi rûmet dixwazin.”    Ji roja êrîşa li hemberî Efrînê heta îro kiryarên li hemberî Efrînê ne rawestiyane. Têkildarî mijarê jinên ku tevlî meşa girseyî ya Meclîsa Herêma Efrînê li dijî kiryarên dewleta tirk bûne nêrînên xwe anîn ziman û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin.    ‘Li dijî êrîşan em ê têbikoşin'   Endama Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir êrîşên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk bi hemû cûreyên êrîşan dixwaze vîna mirovên Efrînê bide çewsandin. Dewleta tirk ji salên demdirêj ve dijminatiya me dike, êdî ev yek ji her kesî re eşkereye. Em weke jinên efrînê em ê li dijî êrîşan xwedî seknên bi têkoşîn bin. Êdî bese ji vê hovîtiyê re, em jiyaneke bi rûmet dixwazin.”    ‘Kîna dewleta tirk li dijî şêniyên Efrînê gihaştiya asteke bilind’   Jina bi navê Cemîle Xelîl Reşo derbarê êrîşên dewleta tirk de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Kiryarên dewlet tirk li dijî me jinan berdewam in. Em dibînin her roj jin dibin armanca êrîş û dagirkeriyê. Kîna dewleta tirk û kiryarên wê li dijî şêniyên Efrînê gihaştiya asteke bilind. Divê êdî li dijî kiryarên dewleta tirk çareseriyek bê pejrandin.”    ‘Em ê doza zarokên xwe yên pakrewan bidomînin’   Fatme Hesen kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk bi şêwazên herî hov êrîşî Efrîniyan dike. Êrîş wê tu carî bandorê ser vîna me ya têkoşînê nekê. Em ê doza zarokên xwe yê pakrewan bidomînin.”