‘Ez naxwazim bi vê hesretê bimrim’ 2020-07-11 09:10:41   MÊRDÎN - Fatma Atug ya ku du bira û hevjînê wê hatin windakirin, 25 sal in ji bo gorek wan hebe têdikoşe. Fatmayê got tevî ku bi salane têdikoşe tu pêşketin tune û wiha got: “Yekane daxwaza min ev e ku ez bizanibim çi wan hatiye, bila goreke wan ya ku em biçin ser hebin.”   Di navbera salên 1990 û 2011’an de hezar û 901 kuştinên kiryar nediyar hatine kirin. Malbatên ku ji bo windayên xwe bibînin heta îro têkoşîna xwe meşandiye lê daxwaza wan nehat cih. Yekane daxwaza malbatan eve ku edelet pêk bê, goreke zarokên wan hebe. Ji heman malbatê Şukru Demîr, Abdulkadîr Demîr û Mehmet Emîn Atug, Hiznî Bîrmen û Ahmet Atug di 14’ê nîsana 1995’an de li gundê Kerşafe ya Mîdyat a Mêrdînê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin.   Fatma Atug ya 80 salî ku ji bo hestiyên hevjîn û du birayê xwe têdikoşe ev tişt anî ziman: “Yek daxwazek min heye, ew jî goreke. Ez naxwazim bi vê hesretê bimrim. Her du birayên min û hevjînê min bi gotina ‘îfadeya we heye’ birin qerekolê û carek din agahî ji wan nehat girtin. Bi panzêran gund dorpêç kirin. Gund gulebaran kirin. Zarokên min hîna biçûk bûn. Leşkeran got ‘em ê ji vir bi kamyonan cesed derxînin’. Hewl dan bi êzing li serê min bixin. Nehiştin kes ji gund derkevin. Hinekan gotin hevjîn û birayên min birine qerekola Mîdyatê. Lê me tu agahî ji wan negirt.”   Fatmayê destnîşan kir ku wê şevê ew jî birine îfadeyê û mala wan heta sibehê gulebaran kirine û wiha pê de çû: “Me yên hatin binçavkirin jî pirsîn. Lê gotin ‘me berdane’. Lê kes nehat. Me ji wê rojê şûnde ew nedîtin.”   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got ji wê rojê şûnde ji bo xizmên xwe têkoşîn daye û wiha dawî lê anî: “Em nizanin ew çawa kuştin. Ez hatim 80 salî xwe. Yekane daxwaza min ev e ku ev hesret biqede, em hestiyên wan bibînin. Tiştên ku neanîn serê me nema. Em ê heta dawî li pey wan bin."