‘Em ê li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin’ 2020-07-11 09:06:40   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan a Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê de duh komeleya bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin. Jinên Midûriyeta Polîtîqayên Jinan, anîn ziman ku bi avakirina vê komeleyê re dixwazin bibin dengê jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin û tên bêdengkirin û gotin ku ew ê bi hev re li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin.   Taybet Înan a 57 salî li navçeya Sîlopiyê di 14’ê Kanûna 2015’an de, di dema îlankirina qedexeya derketina derve ku ji aliyê hikûmetê va hatibû îlankirin hatibû qetilkirin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê mabû. Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya  navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ku girêdayî Partiya Demokratîk a Gelan e bi armanca ku navê Taybet Înan bide jiyîn û ji jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimîn re bibe alîkar duh komeleya bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet vekir. Di vekirina komeleyê de jinên Midûriyeta Polîtîqayên Jinan nêrînên xwe anîn ziman.     Civaknas Evîn Hasanoglu, anî ziman ku ev du meh in ji bo avakirina komeleyê dest bi kar û xebatan kirine û wiha behsa pêvajoya avabûna saziyê kir: “Ev du mehin em xebatên xwe didomînin û ev çend roj bûn jî me komeleya xwe amade dikir ku em vekirina wê bikin. Me duh jî komeleya xwe vekir. Sedema vekirina vê komeleyê ew e ku em dixwazin piştgiriyê bidin jinên Silopiyê. Gelek jin ji aliyê mêran ve bi tundî û zetan re rûbirû dimînin. Lê nikarin dengê xwe derbixin. Em jî ji bo bibin dengê jinan û alîkariya wan bikin me komeleyê vekir. Ji vê rojê şûnde em ê xwe bigihînin jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin.”   ‘Bê dengî tundiyê zêde dike’   Evîn, diyar kir ku li Silopiyê saziyên jinan hebûn lê belê ji aliyê îqtîdarê ve hatine girtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber komeleya jinan tunebû  jinan nikaribû tundiya li wan tê kirin bînin ziman. Lê êdî em li vir in û em ê pêşî li ber vê tundiyê bigirin. Em ê nehêlin ku tundiya li dijî jinê bê meşrûkirin. Em ji jinên ku bi tundiya derûnî, fizîkî û aborî re rûbirû dimînin re dibêjin hûn ne tenê ne xwe bigihînin me. Bila jin li hember tundiyê bêdeng nebîne. Bê dengî tundiyê zêde dike. Divê em jin dest bidin hevdû û hêza xwe bi hev re mezin bikin. Em ê dengê xwe bi hev re bilind bikin.”   ‘Li hemberî zextan em ê serî rakin’   Civaknas Ayten Taşkin jî bi lêv kir ku bi avakirina komeleyê re dixwazin bibin dengê jinên ku bi tundiyê re rûbirû tên û ev tişt got: “ Ev komele di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan de hat vekirin. Bi salan e li jinan tundî tê kirin. Em ê bi xebatên xwe yên di vê komeleyê de bibin dengê jinan. Em dixwazin jinên ku bi tundiya  derûnî û fizîkî  re rûbirû tên xwe bigihînin me. Bila jin werin pirsgirêka xwe ji me re bêje û em pirsgirêkê bi hev re çareser  bikin. Mêr nahêlin jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin dengê xwe derbixin. Lê em bang li jinan dikin ku werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Bila bên ku em li hember zextên mêran serî rakirin. Çi ji destê me bê em ê bi jinan re bikin. Niha di komeleyê de 2 derûnnas,2 civaknas  û 2 jî aborînas hene ku xizmetê bidin jinan. Bi giştî em niha di komeleyê de 6 jin cih digirin. Em ê di her qadê de destên xwe yê alîkariyê dirêjî jinên bi tundiyê re rûbirû tên bikin.”   ‘Em bêdeng namînin’   Aytenê, got ku ji bo navê Taybet Înan bidin jiyîn navê komeleya xwe danîne  Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet û wiha bang jinan kir: “Bila jin bêdeng nebînin. Em jin bi hevre pirsgirêka çareser bikin. Em ê di demên pêş de xebatên cûr bi cûr ji bo jinan bikin. Me navê komeleyê kir Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet. Em ê xwe bigihînin jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin. Em ê li hember tundiyê dengê xwe bilind bikin.”