'Em ê li ser şopa Nûjiyan û Dilovanan bimeşin' 2020-07-11 09:02:28   Helin Asmin   QAMIŞLO - Jinên Rojnemevan di derbarê girtina rojnamevanên li  Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de anîn ziman ku rojnamevan eynika rastiyê ne loma bi êrîşan rû bi rû dimînin û wiha gotin:"Kesên ku rastiyê dişopînin dibin armanca êrîşên dewleta tirk. Li dijî van êrîşan rihê yekîtiyê girîng e. Em ê li ser şopa Nûjiyan û Dilovanan bimeşin û li dijî êrîşan bisekinin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser rojnamevanan didomin. Bi hincetên cur bi cur li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojnamevan, siyasetmedar û akivîstên jin tên binçavkirin û girtin. Gelek ji wan kesan heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Têkildarî mijarê jinên rojnamevan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    'Dîmen û nûçêyek pir tiştan îfadê dike'   Nûçegihana  Aryen Tv Evîn Îbrahîm li ser girtina rojnemevanan helwesta xwe nîşan da û wiha pê de çû: "Rola rojnamevanan di nava civakê de gelek girîng e. Mirov dikare bêje dîmen û nûçeyek dikare rojeva raya giştî biguhere. Em dikarin bêjin îro li Bakurê Kudistanê rojnamevanên ku rastiyê derdixinin holê, yan tên binçavkirin yan jî tên girtin. Dewleta tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê di heman demê de êrîşî rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê jî dike. Li Rojavayê Kurdistanê gelek rojnamevan ji bo ku heqîqetê nîşanî civakê bidin jiyana xwe ji dest dan. Em ê heta dawiyê li ser şopa hevalên xwe yên rojnamevan bimeşin, ji ber ku her hevalekî me ji bo rêka rast jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk ji bo kiryar û êrîşên xwe veşêre hemû rojnamevanên ku di xeta azadiyê de dimeşin bêdeng dike. Ez weke rojnamevanek jin dibêjim her çiqas dewleta tirk jinên rojnamevan, siyasetmedar û aktivîst hedef bigire jî em ê xurtir tevlî bibin û li ber xwe bidin. Em car din soz didin şehîdên xwe em ê li ser rêka wan bimeşin."   'Em ê bibin şopdarê heqîqetê'   Nûçegihana Stêrk Tv Ciwana Cuma jî helwesta xwe ya li ser girtina rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê wiha anî ziman: "Jinên rojnamevan di hemû aliyan de têkoşînê didin meşandin û hemû qadên ku lê kar dikin li hember zor û zehmetiyan tên. Di dema rejimê de mafê jinê yên karkirinê tune bû, lê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê bi têkoşîn û berxwedana xwe di hemû qadan de cihê xwe girt. Karê  Rojnemevantiyê jî yek ji wan qadan e ku jinê gelek ked da heta gihaşt vê astê. Yanî ez dikarim bêjim jinên rojnemevan li her derê bi keda xwe mezin dibin. Jinên rojnamevan gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve hatine hedefgirtin, ji ber dewleta tirk naxwaze ew hovitiya ku li Kurdistanê dide meşandin derkeve holê. Em jî wek jinên rojnamevan soza şopandina rêka Nûjiyan, Dilovan û hemû jinên ku li ser rêka heqîqetê meşiyane didin. Ji bo ku em heqîqetê derxînin em ê her têbikoşin, bi hêz û fikra xwe bawer bin û di hemû şert û mercan de bibin şopdarê heqîqetê."