ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-11 09:00:00   *Jinên Rojnemevan di derbarê girtina rojnamevanên li  Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de anîn ziman ku rojnamevan eynika rastiyê ne loma bi êrîşan rû bi rû dimînin û wiha gotin:"Kesên ku rastiyê dişopînin dibin armanca êrîşên dewleta tirk. Li dijî van êrîşan rihê yekîtiyê girîng e. Em ê li ser şopa Nûjiyan û Dilovanan bimeşin û li dijî êrîşan bisekinin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan ragihand ku dewleta tirk ji destpêka meha nîsanê ve ava Firatê qut kiriye û got: "Dewleta tirk ev ne cara yekem e ku avê qut dike, her sal van pilanên xwe yên qirêj dubare dike. Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser ekolojî, berhemên çandinî û aboriya civakê dike, herî zêde jî li ser enerjiyê bandor dike. Ji ber ku dayîna ernerjiyê yekser bi avê ve girêdayî ye." DÎMEN HEYE   *Niqaşên li ser astengkirina medya civakî berdewam dikin.  Têkildarê sînordarkirina medyaya civakî ciwanên Amedê bertek nîşan dan û gotin “Ev biryarek keyfî ye, ger armanca wan astengkirina heqaretan be çima dema heqaret li gelek kesên din hatin kirin asteng nekirin. Bi vê pêkanînê re dixwazin civakê bêdeng bikin.” DÎMEN HEYE   *Di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan a Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê de duh komeleya bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin. Jinên Midûriyeta Polîtîqayên Jinan, anîn ziman ku bi avakirina vê komeleyê re dixwazin bibin dengê jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin û tên bêdengkirin û gotin ku ew ê bi hev re li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Parêzera Komelaya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Îpek Ulaş got operasyonên bi komeleyê hatiye destpêkirin pêl bi pêl berdewam kiriye û got: “Ji bo jin bên girtin jî xebatek taybet hatiye meşandin. Em bang li jinan dikin ku bi dirûşmeya ‘têkoşîna jinê nayê darizandin’ tevlî rûniştinê bibin.” BI DÎMEN    *Jinên Qersê bertek nîşanê êrîşên demên dawî li hember herêmên kurd dan û diyar kirin ku bi yekitiya neteweyî dikarin bersivê bidin êrîşên li hember Gelê Kurd. BI DÎMEN    *Fatma Atug ya ku du bira û hevjînê wê hatin windakirin, 25 sal in ji bo gorek wan hebe têdikoşe. Fatmayê got tevî ku bi salane têdikoşe tu pêşketin tune û wiha got: “Yekane daxwaza min ev e ku ez bizanibim çi wan hatiye, bila goreke wan ya ku em biçin ser hebin.” BI DÎMEN    *Jinên li gundê Şalbazar ya di komkujiya Zîlanê de hat şewitandin û piştî wê jî zext lê berdewam kirin, dijîn, tevî hemû zor û zehmetiyan jiyanê zindî dikin. Jinên li dijî zextan li berxwe didin, li aliyekî jî li dijî şîdeta mêr têdikoşin. Jinên Şalbazarî gotin bi tevgera azadiya kurd re jin bûne xwedî hişmend. BI DÎMEN    *Jinên Femînîst îsal ji ber vîrûsa koronayê li şûna kampa havînê wê çalakî û bernameyên alternatîf pêk bînin. BI DÎMEN