Li Silopiyê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin 2020-07-10 16:13:35   ŞIRNEX - Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê de, komeleya bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin. Di vekirina komeleyê de Hevşaredar Adalet Fîdan axivî û da zanîn ku wan Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet ji bo jinên rastî tundiyê tên û alîkariya wan bikin vekirine.   Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê, li taxa Cûdiyê komeleya  bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin.  Taybet Înan a 57 salî ku li navçeya Sîlopiyê di 14’ê Kanûna 2015’an de, di îlankirina qedexeyên derketina kolanan de hat kuştin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê mabû. Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, dayika Pakize Nayir, Behiye Nayir, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyê û gelek jin tevlî vekirina komeleyê bûn. Her wiha her du keçên Taybet Înan ên bi navê Şeristan Algan û Halime Akin jî beşdarî vekirina komeleyê bûn.    Di vekirina komeleyê de Hevşaredar Adalet Fîdan axivî û anî ziman ku dema wan şaredarî bi dest xistiye divê şewirmendiya jinê vekirina û wiha got: "Şewirmendiya me ya jinê berê hebû. Lê belê piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, şêwirmendiya jinê hat desteserkirin û hîbeyê saziyên din hatin kirin. Dema me civînên taxan pêk anî daxwaza jinan ew bû ku di serî de şewirmendiya jinê bê vekirin û me daxwaza jinan pêk anî."   ‘Bila jin xwe bigihînin me’   Adalet, da zanîn ku sedema vekirina şêwirmendiyê ew e ku alîkariya jinên rastî tundî, zor û zehmetiyan tên bikin û wiha pêl da axaftina xwe: "Jinên ku rastî tundiya aborî û fizîkî tên em ê alîkariya wan bikin û bibin dengê wan. Di demên dawiyê de tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye. Em dixwazin li tevahiya cihanê tundiya li dijî jinê bi dawî bibe. Em ê di her alî  de xwe bigihînin jinan ji bo em bibin dengê wan. Bila jin xwe bigihînin me.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û bi birîna qurdeleyê bi dawî bû.